Rojnameya Ronahî

Jinên Efrînê çanda resen diparêzin

Ikbal Bedran

Jina Efrînê pêşenga herdu qonaxên Berxwedana Serdemê ye. Yek ji rêxistinên jinan ku çanda resen a gelê Kurd diparêze Tevgera Kevana Zêrîn e. Piştî koçberiya bi darê zorê ya gelê Efrînê, jinên Kevana Zêrîn demildest xwe li Şehbayê birêxistin kirin û serpereştiya parastina çanda qedîm a Efrînê kirin.

JIN AWAZÊN SERKETINÊ LÊ DIDIN

Rêveberên Navenda Kevana Zêrîn li Kampa Serdem herdu qonaxên Berxwedana Serdemê ji rojnameya me re nirxandin û gotin: Di rastiya êrişan de jin, ciwan û çanda resen a gelê Efrînê hatibûn hedefgirtin Jinan bi têkoşîna mafdar û mafê xweparastina rewa azweriyên Erdogan li ser tixûbên Efrînê pelçiqandin.

Fatma Şêx Bilo Rêvebera Kevana Zêrîn li Kampa Serdem di vê derbarê de dibêje: Bi êrişan re jinên Efrînê seferber bûn. Parastin erk û misyona jinê ya bingehîn e. Jinên Efrînê him xwe ji nîrê hişmendiya zilamê serdest û him jî ji rêbazên desthilatdariya mêr ên şîdetê diparastin. Ji ber vê peywira dîrokî em her di nav gel û li qadên berxwedanê bûn. Kevana Zêrîn bi hunera jina leheng awazên serkeftinê li eniyên cengê lêdida. Fatma rola jinên Kevana Zêrîn di civakê de vedibêje û dibêje: Bi êrişan re em daketin kolanan. Moralên me bilind bûn.. Me moralên xwe bi gel re parve dikirin û eniyên hindirîn bi hêztir dikirin. Fatma di dawiya axaftina xwe de got: Çawa ku li Efrînê em seferber bûn, niha jî li Şehbayê em di heman mewziya seferberiyê de ne. Wê Efrîn bi îradeya jina azad di demek nêz de were rizgarkirin.

JINA KU RÊBER APO AFIRANDIYE NAKEVE

Ji aliyê xwe ve Rêvebera Kevana Zêrîn Mizgîn Çolaq jî got: Êrişa ku faşîzma Tirk aniye ser Efrînê, hovtirîn êrişa celadan bû. Lê di heman demê de berxwedana ku li hemberî vê êrişê hatiye kirin jî bê mînak bû. Yekem care di dîrokê de jina birêxistinkirî pêşengtiya berxwedaneke ewqas gewre dike û bi ser dikeve. Mizgîn di nav gotinên xwe de cewherê êrişan vedibêje û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: Faşîzma AKP di serî de êrişî çanda me kir. Ji çandê jî jin hedef digirt. Em di vê têgihiştinê de bûn ku pêwîste jin rê nede armancên dagirkeriyê pêk werin. Ji ber vê zanebûna dîrokî jinên Efrînê li qadan û li eniyên berevaniyê bûn. Kevana Zêrîn li kêleka çalakiyên çandî civak jî birêxistin dikir. Mizgîn di dawiya nirxandinên xwe de got: Jina ku xwe li ser hîmên felsefeya Rêber APO birêxistin kiriye qet nakeve. Çawa ku em hatin Şehbayê em li hev kom bûn û me Hefteya Hunerî li dar xist. Di vê hefteyê de bi stran, govend û floklora resen rastiya dagirkeriyê hate vegotin û moralên gel hatin berzkirin.

ARMANCA DIJMIN ÇANDA JIN E

Rêvebera Beşa Şano di Navenda Kevana Zêrîn a Kampa Serdem de Zêneb Mihemed jî got: Tevî ku tevgera me nû bû, lê barê pêşengtiyê li ser milê jinan bû. Bi skêtş û tabloyên ku êrişan vedibêjin em di nava gel de bûn. Jina Efrînê di wê ferqê de bû ku têkbirina vîna jina pêşeng armanca faşîzma Tirk e. Li paş peredeya êrişan jî tunekirin û qirkirina çanda Kurd hebû. Çiya û deştên Efrînê mîrateyên serdema dayîksalariyê ne. Ji ber vê jî balafirên dijmin ev mîrate kavil dikir. Nameya dijmin ew e ku wê bi tunekirina jinê re gel Kurd tune bike. Parastina çanda dayîkê erka jinê ya bingehîn e. Zêneb di dawiyê de qonaxa li Şehbayê nirxand û got: Jinên Efrînê li ser bingeha rizgarkirina Efrînê li Şehbayê xwe birêxistin dikin. Di çarçoveya rizgarkirina Efrînê de jin xwe perwerde û amade dike.