Rojnameya Ronahî

Rola hunermendan di rizgarkirina Efrînê de mezin e

Idrîs HENAN

Endamê Tevgera Çand û Huner li Kampa Serdem û birêvebirê Studyoya Deng hunermend Mihemed Fewzî Bilko di nav Efrîniyan de tembûrvanê herî bi nav û deng e. Bilko beriya Şoreşa Rojava tevî malbata xwe nişteciyê Helebê bû. Ji ber mereqa xwe ya hunerê, bi çûkanî di temenê 5 saliyê de fêrî lêdana tembûrê dibe. Tembûr jî hêrsa wî venamirîne, berê xwe dide alavên dîtir ên weke Kemance, Cumbiş û Ûdê. Gelek awazan jî diafirîne. Hunermend Bilko li kêleka van alavan xwedî dengekî xweş e. Bi lidarketina Şoreşa Rojava re li Şêx Meqsûd tevlî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk dibe. Bilko ser wê qonaxê dibêje: Beriya lidarketina Şoreşa Rojava em bê ser û ber bûn. Hunermendên me ne rêxistinkirî bûn. Bilko li Helebê bi hevalên xwe re him stranan çêdike û him jî stdyoya deng bi rê ve dibe.

ÇAND LÊVEGERA HUNERÎ YE

Piştî ku tax dibe hedefa rejîma Baas û çeteyan Bilko û malbata xwe berê xwe didin Efrînê. Li wir jî xebatên stdyo dimeşîne. Bilko behsa taybetmendiya karê xwe di stdyoya deng de dike û dibêje: Karê me li stdyoyê qeydkirina stranan e. Helbest, awaz û mûzîk tên ber destên me, em jî li gorî qalibên porfesyonal dihinêrin. Derbarê pîvanên qebûlkirina projeyên hunerî de Bilko dibêje: Pêwîste gotin li gorî exlaqa civakê û ne sivik be. Lazima mûzîk berê nehatibe şuxlandin. Ji ber ku peywira tevgera me parastina çandê ye, em destek didin hemû projeyan. Li ku alîkarî lazim be em mudexele dikin û projeyê bi ser dixin. Bilko tekez dike ku stdyoya deng a Çand û Hunera Efrînê lêvegera hunerî ya hemû projeyên hunerî ye. Dixwaze mehrîcan, festîval be yan jî stran, mûzîk û çalakiyên curbecur be.

STRANÊN BERXWEDANÊ HATIN TOMARKIRIN

Hunermend Bilko bi van gotinan jî qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê bi bîr tîne: Faşîzma Tirk û çeteyên wê di serî de çanda Efrînê hedef kirin. Êrişî navend û kevneşopiya Efrînê dikirin. Dixwestin çanda ku li ser kokên xwe hişîn hatiye bişewetînin û qir bikin. Bi vê zanebûnê me jî israr dikir ku li hemberî êrişan li ber xwe bidin. Me jî bi ruhê seferber odeyeke hunerî ya çalakiyan ava kir. Stranên li gorî asta berxwedanê dihatin çêkirin. Her kesê ku helbest dianî me dikir stran û bi dengê hunermendên heyî dihatin qeydkirin. Bi qasî deh stranên ku rastiya berxwedanê vedibêjin hatin tomarkirin. Hinek proje jî bi me re koçî Şehbayê kirin.

ÇALAKIYÊN ME HÊ BIHÊZTIR IN

Hunermend Bilko duyemîn qonaxa Berxwedana Serdemê jî dinirxîne û dibêje: Çawa em gihaştin Şehbayê, me dest bi çalakiyên moraldayînê kir. Bi avakirina Kampa Serdemê re em stdyoya Deng ava dikin. Em di wê ferqa girîngiya karê xwe de bûn. dijmin ji rêxistinbûyîna me ditirse. Ji ber vê girîngiya karê çandê bi tekînka kêm û jimara hindik me kar da meşandin. Li kêleka stdyoyê em beşdarî çalakiyên li kampan, gund û navçeyên Şehbayê dibûn. Me çend stranên bi bandor qeyd kir. Li gorî biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê me tabloyek hunerî ji heft stranan çêkir. Di vê tabloyê de berxwedan û koçberiya bi zorê a gelê Efrînê hat vegotin. Li vir jî bi dehan stran hatin tomarkirin.

BI RUHÊ QONAXÊ TEV BIGERIN

Hunermend Mihemed Fewzî Bilko di dawiyê de got: Hunermendê rêxistinkirî û xwedî sekin, moral dide civakê. Pêwîste hunermend xemsariya li Efrînê derbas bikin û bi ruhê qonaxê tev bigerin. Hunermend eynika çanda civakê ye. lazime bi ruhê berbirsiyartiya rizgarkirina Efrînê tevger bikin. Hunermendên me li Şehbayê xwedî wê sekna berxwedêr in.