Rojnameya Ronahî

Armanca Tirkiyê li Sûriyê komkujiye

Salih Muslim diyar kir, armanceke dewleta Tirk li Sûriyê heye ew jî dagirkirin û komkujî ye. Li ser nîqaşên der barê ‘herêma ewle’ de Muslim got, “di nava ti planên ku dewleta Tirk tê de hebe, em ê cih negirin.”

Berpirsyarê Karê Derve yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir, ku armanca dewleta Tirk a li Sûriyê dagirkirin û pêkanîna komkujiyan e. Muslim got, “Em qebûl dikin ku Neteweyên Yekbûyî ya jî hêzeke navneteweyî herêmeke bi ewle pêk bîne. Lê belê di nava planeke herêma ewle ya dewleta Tirk tê de be, em ê cih negirin.”

KES BI WAN NAXAPE

Muslim got, “Gotina ‘herêma bi ewle’ bi peyameke serokê DYE’yê ya li ser twetterê belav kirî kete rojevê, lê belê dewleta Tirk dixwaze ev plan di bin kontrola wê de pêk bê. Ji destpêkê ve diyar e ka armanca dewleta Tirk li Sûriyê çi ye. Dibêje ‘3 mîlyon penaber li ba min hene’. Dixwaze van penaberan li ser erdê xelkê û bi pereyên alemê bi cih bike. Kes bi vê derewê naxape.”

Muslim diyar kir ku rayedarên DYE’yê di derbarê herêma ewle de ew agahdar nekirine û dibe ku rayedarê DYE’yê yê leşkerî ku çû Tirkiyê, ev mijar gotûbêj kiribin. Muslim li ser herêma bi ewle de jî nêrînên xwe wiha anîn ziman:

“Em ji bo gelê xwe herêma bi ewle dixwazin, lê belê ne bi vî awayî. Herêma bi ewle nabe ku di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de be. Heta ti projeyên herêma bi ewle ku tiliya dewleta Tirk di nav de be, wê ne bi ewle bin û pêk nayên jî. Lewre em di nava ti planên herêma ewle yên dewleta Tirk tê de ye cih nagirin. Armanca dewleta Tirk ew e ku planên xwe yên ‘Mîsaki Mîllî’ pêk bîne û Kurdan qir bike. Dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê ev rastî eşkere raber kir.

Lewma dibe ku ji hêla Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve deverên çavdêriyê bên çêkirin. Dîsa dikare hêzeke navneteweyî bê bicihkirin. Ev mijareke navneteweyî ye û heke mijareke wiha pêk were, divê her kes qebûl bike. Ji bilî vê ti nêzikatiyên ku Kurd û gelên herêmê bêparastina dihêle û vê armanc dike, ji hêla me ve nayê qebûlkirin.

Dewleta Sûriyê, diyar kir ku wê di bin navê ‘herêma bi ewle’ de dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin. Hê jî Rûsya, welatên Ereban û Îranê nêrînên xwe bi zelalî eşkere nekirine, lewma em nêrînên wan nizanin. Lê belê heke herêmeke bi ewle bê çêkirin, divê riza hemû aliyan bê girtin.”…Yeni Ozgur Polîtîka