Wednesday, June 4, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Weke Hebûn, Heyîn Kurd -1-

28/12/2018
in QUNCIK NIVÎS, Ramanê Rêbertiyê
A A
Hevjiyana Azad -7-
Share on FacebookShare on Twitter

Abdulah Ocalan

Mirov rabe bi rêbazên dîrokê yên têne qebûlkirin hewl bide hebûna Kurdan tespît bike û bide naskirin, mirov ê li gelek zor û zehmetiyan rast bê. Dîrokê û cografya lê dimînin bi dijwarî bandor li wan kiriye û ew neçarî marjînalbûnê kirine. Li gorî lêkolînan, pêşiyên mirovên îro Homo Sapîens bi qasî sêsed hezar salên dawî yên dîroka xwe pêşketine û di nava ruhberên din de bûne cinsê serdest. Em dibînin ku ev pêşketin li Kevana Bi Bereket ango li cografya ku dikeve navenda Kurdistanê ya îro pirranî Kurd lê dimînin, pêk hatiye. Di dîroka bi qasî sê mîlyon salî ya cinsê mirov de qonaxa Homo Sapîens li derketina holê ya zimanê sembolan rast tê. Bi pêşketina zimanê sembolan şoreşa Homo Sapîens ket pêşiyê. Lewma hewce dike ku mirov hê bêhtir hûrûkûr nêzî dîroka li Kevana Bi Bereket bibe. Ev rewş bi lêkolînên der barê genan de jî tê piştrastkirin. Kengî bîst hezar sal berî Serdema Dawî ya Qeşayî bi dawî bû, qeşayê xwe vekişand, Şoreşa Cotkariyê ya Neolîtîk pêkan bû. Herweha kengî hêza fikrê ya Homo Sapîens bi dewlemendiya heywan û nebatan a cografyayê re hevdu temam kir, şoreşa herî bi kok a dîroka mirovatiyê Şoreşa Civaka Gund-Cotkariyê li Kevana Bi Bereket pêk hat û rê li ber pêşketinên mezin vekir.
Şoreşa Gund û Cotkariyê di warê ziman û fikrê de kir ku mirovatî ji qonaxekê derbasî qonaxeke gelekî li pêş bibe û vê yekê jî kir ku şêwegirtineke civakî ya di ti demê de nehatiye dîtin pêk bê. Bi vî awayî grûba ziman û çandê ya serdest a komên Hind-Ewrûpa (Ev navlêkirin şaş e, mirov bibêje Koma ziman û çandê ya Aryen rastir e) pêk hat. Mirov koka Kurdên îro dikare weke şaneya kok a komên Hind-Ewrûpa bide naskirin. Lêkolînên li ser ziman û çanda Kurdan hatine kirin vê rastiyê derdixin holê. Hem cografya wê ya jiyanê, hem jî dîroka wê vê rastiyê bêhtir piştrast dikin. Bermahiyên Girê Navikê li Ûrfayê encama lêkolînên dawî ye, û dîrokeke navend dîn û qebîleyên herî kevin ên 12 hezar salî ye, û mînakeke girîng e ku hêza çanda heyî piştrast dike. Li ti devera dinyayê mînakeke evqasî kevin nehatiye dîtin.
Mirov dema hêza dîn û qebîleyê ya hê jî bi bandor in dinirxîne, eşkere dibîne ku li pişt vê yekê rewşa dîrok û cografyayê diyarker in. Civakek çiqasî demdirêj û hûrûkûr di bin bandora dîrok û cografyayê de mabe, otoktontî û xwecihbûna wê civakê ewqasî bi hêz û mayînde dibe. Bandorên bi hêz û mayînde, dîroka wê civakê ya paşê bê muhafezekar dike. Mirov hê jî xisletên otantîk û xwecihî yên Kurdan dibîne, û di bingehê vê rastiyê de ev bandorên bi hêz û mayînde hene. Bêguman di dema neolîtîkê de hê diyardeya gelbûnê pêk nehatiye. Em li derketina holê ya civaka qebîleyê şahidiyê dikin. Li gorî civaka klanê qebîle pêşketineke mezin a şoreşgerî ye. Ji şoreşa neolîtîkê re mirov dikare şoreşa qebîleyê jî bibêje. Di civaka qebîleyê de cudabûna çand û zimanan, têkiliyên koçberî û cihwarbûnê dest pê kiriye bi pêş dikevin. Navenda dînî ya li Girê Navikê di dema xwe de ji bo qebîleyên bi hezaran salî koçberî û cihwarbûna di nava hev de pêkanîne bi rola Kabeyê rabûye. Bi taybetî li Ûrfayê, bi giştî li cem Kurdan hisa dîn hê jî gelekî xurt e. Di vê de para vê rastiyê ne hindik e. Li Girê Navikê, em hebûna çandeke bi hêz nas dikin ku berî şaristaniya bajêr a Sumeran bi hezaran salî pêk hatiye û dewam kiriye. Li ser kevirên tîk ên mezin, em herfên pêşî û mînakên nivîsê yên beriya hiyeroglîfiyê dibînin. Beriya duwanzdeh hezar salan verotin û niqirandina wan keviran û li ser wan pêkanîna zimanekî sembolî weke hiyeroglîfiyê di warê dîrokî de qonaxeke mezin a xwedî nirx e.

Post Views: 108
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
‘Ziman û wêjeya kurdî bi xebatê pêş dikeve ’
ÇAND Û HUNER

‘Ziman û wêjeya kurdî bi xebatê pêş dikeve ’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.