Ronahî Sadûn/Qamişlo
Hevseroka Kordîneya Wêjeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Evdikê diyar kir ku her çiqasî beriya şoreşê ji bo pêşketin û pêşveçûna ziman û wêjeya kurdî gav hatibin avêtin, lê qedexeya li ser ziman her tim rê li ber pêşketina wê digirt, lewra bi şoreşê re gavên girîng hatin avêtin, lê ev gav ne têrkerin û xebatên mezin pêwîstin.
Derbarê asta pêşveçûn û pêşketina ziman û wêjeya Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevseroka Kordîneya Wêjeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Evdikê bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Asta pêşveçûn û pêşketina ziman û wêjeya kurdî di dema niha de, herwiha asta nivîskar û wêjevan û berhemên wan çiqasî li gorî guhertinên heyî ye?
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û damezrandina Rêveberiya Xweser, hem berî damezrandina Rêveberiya Xweser jî, gavên gelekî hêja û giranbuha ji bo ziman û wêjeya Kurdî dihatin avêtin. Destpêkê di qonaxa perwerdê de ku êdî perwerede bû bi zimanê dayikê. Dema perwerde dibe bi zimanê dayikê, bi xwe re gelek tiştên giranbuha tîne. Mînak dema tu zanibe zarok di dibistanan de bi zimanê kurdî dixwînin, wê demê pêwîst dike ku weşangeriya berheman jî bi zimanê kurdî were çapkirin, rojnameyên bi zimanê Kurdî hîn dewlemendtir bibin. Herwiha sal bi sal panêl, semîner û gelek çalakiyên di derbarê danasîn, dîrok û asta pêşketina zimanê kurdî de berfirhetir û dewlementir dibe. Ev jî cihê kêfxweşî û şanaziyê ne. Weke mînak ji bo Cejna Roja Zimanê Kurdî îsal ji 1’ê Gulanê ve çalakiyên cûr bi cûr ji bo pîrozkirina vê rojê hatin lidarxistin, ev yek jî berê ji me re xewnek bû. Dema ku hemû gelê te yan piraniya gelê te ji bo pîrozkirina vê rojê li ser lingan be, wê demê nas bike ku êdî asta zimanê Kurdî pêş ketiye û gel lê xwedî derdikeve. Di Rojavayê Kurdistanê de zimanê Kurdî her dihate parastin, ji ber ku ê bi zimanê kurdî dixwendin û dinivîsandin hebûn, li kêlek wê her kes di malên xwe de bi zimanê kurdî diaxivî, lê di vê dawiyê de ziman di asta akadimîk de hate pêşketin, xwendin, nivîsandin, perwerde, rojnamegerî, ragihandin êdî di hemû aliyan de zimanê kurdî li pêş ket.
Wêjeya kurdî berî şoreşê çawa bû û piştî şoreşê derbasî çi qonaxê bûye?
Em li 15 salên dawiyê binêrin, dibe ku berî 15 salan jî wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hebû. Lê wêjeyekî veşartî bû û di çarçoveyeke teng de dihate belavkirin weke pirtûk û hwd…Ji ber ku çapkirina pirtûkan bi zimanê kurdî qedexe bû, gelek nivîskar hebûn ku dixwestin berhemên xwe çap bikin, li Beyrûtê û deverên din bi rengekî veşartî çap dikirin, heta derbasî deverên me jî dikirin gelek astengî didîtin û rastî işkenceyê dihatin. Herwiha gelek nivîskarên me jî ketin zindanan de ji ber ku bi zimanê kurdî dinivîsandin, di serî de weke Bê Buhar çawa helbesta xwe ya yekê “Hebis û Zindanê” di zindanê de nivîsand. Ev hemû rêbazên rejîma Baas bû ku wêjeya kurdî tune û qedexe bike. Lê ev sîstem û şêwazên ku dihatin kirin, kîna di hundirê me de zêde dikir ku em hîn bêtir li ziman û wêjeya xwe xwedî derkevin. Di malan de fêrbûna zimanê kurdî dihate kirin û di malan de me berhemên kurdî dixwendin, ev beriya şoreşê bû. Lê niha em bînin destpêka şoreşê, berhemên ku beriya şoreşê çap bûne, ji me re bûn bingeh ku êdî em berdewamiya wê bikin.
Rewşa ku nû bi şoreşê re sazî û destgehên me yên weşangerî û çapkirinê vebûn heta 4 û 5 salan jî, tenê me berhemên nivîskarên xwe yên dema 90’î û berya 90’î de veşartî mabû, çap dikirin. Ji ber ku mixabin hin berhem di salên 90’î de hatibûn nivîsandin, di salên 2022 û 2023’an de nû hatin çapkirin. Ev yek jî dide xuyakirin ku em di qonaxên nû re derbas dibin. Tiştekî nû diafirînin, hêzekê nû çêbûye, lê ev berhem ne berhemên nûjenin, raste nû tên çapkirin, lê ji ber ku çapkirina wan qedexebû. Lewra divê em wan ber çav re derbas bikin û li wan xwedî derkevin. Di heman demê de pêwîste ku em zanibin ev ne asta wêjeyê ya niha ye. Li hemberî wê niha nivîsandina bi zimanê kurdî gelekî zêde dibe. Zimanê kurdî jî pranî di nava ciwanan de zêde dibe ku em lê binêrin berhemên kurdî yên ku salan e çap dibin, wekî mînak heger 30 berhem çap dibin 15 jê kurdî bin herî kêm 10 berhem jê ciwanan nivîsandiye, ji ber ku ciwanên me çavê xwe li ser zimanê kurdî vekirin, hestên bi zimanê xwe dikarin bi rengekê azad giftigo bikin. Lewra asta ziman û wêjeya kurdî niha gelekî baş bûye, mijarên ku niha ciwan giftigo dikin, gelekî başin, lê hîn ne têrkere û gelek kar û xebat hîn gereke, di heman demê de divê em qebûl bikin ku hêdî-hêdî em ber bi jor ve diçin, ne em di cihê xwe de rawestiyayîne û ne jî bi paş de vedigerin.
Pirsgirêkên ku îro di xwendin û çapkirina berhemên kurdî de têne jiyankirin çi ne û ji bo ev pirsgirêk ji holê werin rakirin çi pêwîst e?
Li vir pirsgirêkek heye ku ew kesên bi zimanê erebî dinivîsînin, tiştekî li ser nivîskarên ku bi Kurdî dinivîsînin nas nakin, ne jî weke şaxekî nivîskaran li wan dinêrin, ev jî cihê kêmasiyê ye. Lewra ji bo demên pêş xebatên pêwîst ew e ku perwerdeyên Kurdî ji nivîskarên ku bi zimanê erebî dinivîsînin werin vekirin. Da ku fêrî zimanê Kurdî bibin û bixwînin. Herwiha di vê qonaxa hestyar ku em têre derbas dibin gelek kar û xebat divê. Pêwîstî heye ku nivîskarên me hemû derbasî perwedeya bi zimanê kurdî bibin, nebin pisporên ziman, lê kêm zêde bi kurdî bizanibin bixwînin. Da ku zanibin kesên bi kurdî dinivîsînin çi dinvîsînin. Ya duyemîn pêwîstî heye ku Rêveberiya Xweser giştî û bi taybet Desteya Çand û Huner, Tevgera TEV-Çandê ya Mezopotamyayê herdû xwedî li nivîskarên ku bi zimanê kurdî dinivîsînin derkevin, girîngiyê bidin wan, ji wan re bibin hêz, hem jî piştgiriya nivîsên bi zimanê kurdî were kirin. Ya sêyemîn ku di malpera me ya çandê de ji bo nûçe yan jî belavkirina çalakiyan, girîngî ji zimanê kurdî re were dayîn û bi zimanê kurdî tê de were nivîsandin. Lê mixabin heta niha gelek malperê me hene tenê bi zimanê erebî dinivîsînin û heger zimanê kurdî û erebî bi hev re bin jî, erebî didin pêş zimanê kurdî. Ya dawiyê jî pêwîstî heye ku berhemên cîhanî hêdî-hêdî wergerî zimanê kurdî bibin, ji ber niha nifşên me yên nû derdikevin pranî ji wan tenê bi kurdî dixwînin, zimanê wan ê erebî têrê nakê. Ji ber wê erkê li ser milê me ku em karibin wêjeya cîhanî wergerî zimanê dayikê bikin.