Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Standartkirina Ziman

28/12/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Standartkirina Ziman
Share on FacebookShare on Twitter

Xakî BÎNGOL

Beriya bi 2 mehan li Amedê ji bo xebatên li ser zimanê Kurdî civînek pêk hat. 9 partiyên siyasî( HDP, DBP, ÖSP, KDP-T, KDP-B, PSK, PAK, Hereketa Azadî û Partiya Insan û Azadiyê) tevli civînê bûn. Piştî vê civînê ti deng ji van partî û rêxistinan derneket. Derketibe jî min nebihîstiye. Naha em xebata van partiyan li hêlekî bihêlin. Bêguman divê partiyên siyasî jî di warê ziman de erka xwe bi cîh bîn in. Tişta ez dixwazim em nîqaş bikin eve; gelo standarkirina ziman karê zimanzan, akademisyen û medyayê ye, an karê partiyên siyasî ye? Dema mirov medya Kurdî dişopîne bi rastî jî herkes û sazî cuda û bi gorî xwe Kurdî dinivîsin û diaxivin. Gelek cudahiya ziman, hevok û devokan di navbera kanalên tv’yên Kurdî de xuya dike. Herwusa di warê nivîskî de jî tevliheviyek heye. Jixwe ez naxwazim behsa medyaya civakî bikim.! Di Romana Kurdî û Helbesta Kurdî de jî bi hêsanî mirov dibîne ku bê çiqas cudahi û tevlihevî heye.
Gelo Medya Kurdî ji bo ziman rola xwe dilîze?
Dema mirov bala xwe dide medyayê, her sazî an jî der û dor form an jî şêweya rastnivîsa xwe weke a herî rast e dibîne. Bi ya min beriya partiyên siyasî divê sazî û dezgeyên Medya Kurdî ya dîtbar û nivîskî li hev bicivin û bi alîkariya zimanzan û akademîsyenan li ser ziman rawestin û zimaneke hevpar ku tevahiya civakê bikaribe bi hêsanî jê fêm bike bikar bînin. Eger Medya Kurdî bi berpirsyarî tevgere û di warê standartkirina ziman de rola xwe bilîze, wê pêşveçûn çê be.
Çima Ziman ne karê partiyên siyasî ye?
Tevgera Azadiya Kurdistanê 25 sal beriya naha Medya Kurdî ya dîtbar ava kir. Nêzîkî 30 salin jî bi dehan Rojname, Kovar û weşanên cûr bi cûr bi Kurdî derdikevin. Lê belê hîna jî bi taybet li Bakurê Kurdistanê zimaneke hevpar û bi rêk û pêk nahatiye rûniştin. Eger bi partiyên siyasî ziman bahata standartkirin jixwe tevgera Azadiyê dema Medya dîtbar ava kir, wê ziman stadart bikira. Lewma jî karê partiyên siyasî ne mijara standarkirina ziman e. Partiyên siyasî tenê dikarin rê li pêşiya zimanzan, akademîsyen û Medyayê veke û ji wan re bibin alîkar. Bi ya min divê sazî û dezgeyên Medya Kurdî ên ji herçar parçeyên Kurdistanê bi lez û bez li hev bicivin û bi rojan konferans û panelan li dar bixin, di encamê de komîsyona ziman ava bikin. Divê ev komîsyon ji kesên pispor pêk were û ji hêla tevahiya civaka Kurdistanê ve were qebûlkirin. Eger ev pêk were wê hinek hêsanî çê bibe, an bi civîna partiyan ti caran ziman nabe zimaneke standart.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.