Rojnameya Ronahî

Welatiyên Til Temirê tev li çalakiya mertalên zindî bûn

Şêniyên Til Temirê tev li çalakiya mertalên zindî bûn ku li bajarê Serêkaniyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike. Şêniyan teqez kir ku ew ê bi hevre li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Çalakiya mertalên zindî ku li bajarê Serêkaniyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker hatiye despêkirin dewam dike. Bi dehan welatiyên navçeya Til Temirê tev li çalakiya mertalên zindî bûn û diyar kir ku ew ê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekinin.

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Endamên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Endamê TEV-DEM`ê yê navçeya Til Temirê Salih Îsa axivî û berxwedana welatiyan li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker silav kir. Îsa destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê bi yekitiya xwe li dijî gefên Erdogan yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Îsa da zanîn ku ew li ser xaka xwe dijîn, biryara wan berxwedan e û wê hemû destkefiyên ku bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

Di dawiyê de Salih Îsa bang li hemû pêkhateyan kir ku tev li çalakiyan bibin û helwest û îradeya xwe nîşanî cîhanê bidin.

Wê çalakiya şêniyên Til Temirê 3 rojan dewam bike…ANHA