Şervanên QSD’ê, li Şefaa, El Sûsê û eniya rojhilat a Hecînê di şer de herî kêm 90 çeteyên DAÎŞ’ê kuştin.
Li Şefaa, El Sûsê û li eniya rojhilat a Hecînê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser çeperên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û ji ber êrîşê şerekî dijwar qewimî.
Çavkaniyên QSD’ê ragihandin, di şer de gelek baregeh û 3 wesayitên sotemeniyê yên çeteyên DAÎŞ’ê hatine rûxandin. Di şer de herî kêm 90 çete hatin kuştin û cenazeyê 12 ji wan li naverastê man.
Şervanên QSD’ê dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyan.
Tê gotin ku şerê li herêmê bi dijwarî dewam dike.
ZÊDEYÎ HEZAR SIVÎL HATIN RIZGAR KIRIN
Ji aliyê din ve Şervanên QSD`ê zêdeyî hezar sivîlê ji eniya El-Şafaa, El-Sûse û Baxoz yên ku çeteyan weke mertalên zindî bikardianîn piştî ku şervanan korîdorên ewle ji wan re vekirin, rizgar kirin.
Şervanên QSD`ê korîdorên ewle ji 3 aliyan ve vekirin. Şêniyên herêmî jî bi rêya wan korîdoran ber bi herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin ve diçin.
Çavkaniyekî leşkerî ragihand ku zêdeyî hezar sivîlî berê xwe didin herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rizgarkirin…ANHA