Bi sedan jinên herêma Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.
Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek li dar xist. Meş ji gundê El-Henîda yê rojhilatê bajarê Tebqayê dest pê kir û heta Tepqayê dewam kir. Endamên Rêveberiya Jinan û bi sedan jin tev li meşê bûn.
Di meşê de pankartên “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”, “Na ji faşîstê berberî re”, “Ji Erdogan re mirin” û her wiha alên MSD û QSD’ê hatin hildan.
Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana QSD`ê û berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê hatin avêtin.