Rojnameya Ronahî

Heta azadiya Ocalan tekoşîn bê bidome

Pêkhateyên bajarê Hesekê di bin konê çalakiya greva birçîbûnê de kom bûn û diyar kirin ku wê di rêya xwe ya têkoşînê de dewam bikin.

Kongreya Star û PYD`ê konê çalakiya greva birçîbûnê ji bo tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven ku zêdeyî mehek û nîve di greva birçîbûnê de ye, li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê vedan.

250 kes ji hemû pêkhateyên bajarê Hesekê û endamên saziyên wê, beşdarî çalakiyê bûne.

Endama rêveberiya Kongreya Star a kantona Hesekê Şêrîn Oso li bin kon axivî wiha got: “Em xwe radestî dagirkeriya Tirk nakin, em ê çalakiya xwe dewam bikin heta ku daxwazên Leyla Guven pêk werin.”

Şêrîn diyar kir ku hemû dewlet dixwazin fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îradeya gelan tune bikin û wiha got: “Em dibêjin kes nikare îradeya me û projeya me ku ji fikr û felsefeya rêberê me Ocalan têk bibe.”

Ji Fermandarên QSD`ê Şiyar Hesekê j’ çalakiya grevê silav kir û wiha got: “Armanca gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku projeya rêveberiya xweser û biratiya gelan têk bibe, lê bi îradeya me ya gelê me yê berxwedêr, em ê parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine standin, bikin.”

Endama Kongreya Star Inûd Qirû jî wiha got: “Em piştgiriya Leyla Guven dikin, azadiya rêberê me azadiya me ye, em teqez dikin ku wek jin em ê berxwedana xwe dewam bikin.”

Çalakiya kon wê 2 rojan dewam bike…ANHA