Li Endonezyayê ji ber teqîna volkanekî, tsûnamî rû da. Herî kêm 222 kes mirin, bi dehan kes jî winda ne.
Pêlên deryayê yên li rojava û başûrê girava Sûmatrayê rabûn, li sedan avahiyan qelibîn.
Tsûnamî êvara Şemiyê saet 21:30’î rû da. Pêlên mezin ên deryayê, ji ber teqîna volkanê Anak Krakatoayê rabûn.
Berdevkê Saziya Rêveberiya Felaketan a Neteweyî Sûtopo Pûrwo Nûgroho got, 168 kes mirine, 745 kes birîndar bûne û 30 kes winda bûne. Lê hat ragihandin hêjmara miriyan derketiye 222 kesan.
Krakatoa, sedsala 19’an dema ku teqiya, xwelî û kevirên jê pengizîn bi qasî 20 kîlometreyan bilind bûn û mîna ewrekî li herêmê belav bûn. Ji ber teqîna volkan, herêm mîna şevê reş bûbû û tsûnamî pêk hatibû. Di encama wê teqîn û tsûnamiyê de 17 hezar kes miribûn.
28’ê Îlonê bi dijwariya 7.5 pileyî erd hejiya bû û tsûnamiyê rû dabû. Di encamê de bajarê Palû hilweşiya bû û herî kêm 2.073 kes miribûn. 5 hezar kes jî winda bûbûn. Gelek kes di binê xirbeyê avahiyên hilweşiyayÎ de mabûn.