Wednesday, June 4, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi kurtî pêkhatina dîrokî ya rastiya kurd

21/12/2018
in QUNCIK NIVÎS, Ramanê Rêbertiyê
A A
Hevjiyana Azad -7-
Share on FacebookShare on Twitter

Abdulah Ocalan

Ez di beşên (cild) berê yên parêznameyên xwe de li nava dîrokê bi pey rastiya Kurd ketibûm. Lewma ji dubarekirinê zêdetir, li qonaxên girîng der barê diyardebûna wê de mirov hinek analîzan bike, bawer dikim wê bêhtir kêrhatî be, û mirov ê pê pêşiya xwe bibîne. Kurdîtî di dîrokê de rastiyeke timî di cihê xwe de sabit û bistbûyî sekinî nîne. Weke her diyardeyeke civakî bi veguherînê hebûna xwe pêşde dibe. Veguherîna di rewşa aniha de berfirehtir û bileztir e. Diyardeya Kurd a roja me ya îro di pêvajoyeke werê re derbas dibe pêdiviya xwe bi ravekirineke berfireh heye. Di rêûresma berê de bi awayekî hunerî xweîfadekirin yek ji şêwazan e ku herî zêde mirovan pêk aniye. Ji vî alî ve Kurdîtiyê bi rêya muzîkê hewl daye xwe bide naskirin. Bi vî awayî, ji bo heqîqeta Kurd muzîk dibe şêwazê herî girîng ê îfadeyê. Di şêwazê zanistî yê piştrastkirî de pêşketinên girîng hene. Hewldan hene ku bi têgînên dîrokî û civakî Kurdîtî bi rêbazên cuda bê ravekirin û piştrastkirin. Xebata akademîsyenan bêhtir di vî warî de ye. Nêzîkatiyên li ser bingehên îdeolojîk bêhtir bi îdealên rizgarîxwaziyê barkirî ne, lê tevî vê, ji bo îfadekirina heqîqetê jî pirr kêrhatî ne.
Bêguman karekterê çînî yê her îdeolojiyê li gorî xwe bi heqîqetekê radibe. Herçiqasî her model bi tena serê xwe hewl bide heqîqetê rave bike jî bi tenê dikare beşekî ji temsîla rastiyê îfade bike. Diyardeya civakî bi xwe zorê dide vê yekê. Mîna tabloyeke sêrengî ye, çawa ku di nava wan de rengekî beloq têrê neke wan îfade bike. Di ravekirina civaka dîrokî de nêzîkatiyên tek modelî di warê temsîla rastiyê de timî kêm in, û mirov ê bi wan bixape. Kengî mirov asta şêwe û maneya tevlîhev a civakan li vê zêde bike, hingê bikaranîna yekpare ya tevahiya rêbazên temsîla parçeyên rastiyê dikin girîng dibe.
Di serdema me de rêbazên zanistî giraniya xwe çêdibin, lewma pêşhukmên dibêjin, rêbazên din nikarin heqîqetê îfade bikin, bi hêz dibin. Lê kaosa zanistî ya pêk tê, eşkere kiriye ku rêbazên xwe sipartiyê bi temamî têrê nakin. Rêbaza zanistî bi xwe kelemekî ciddî ye ku nahêle mirov li heqîqetê serwext bibin û fêhm bikin. Her ku diçe têkiliya rêbaza zanistî bi îdeolojî û desthilatdariya hegemonîk a sîstema şaristaniya Rojava re eşkere dibe. Ji bo hebûn xwe pêk bîne, pêdiviya xwezaya wê ye ku nêzîkatiyên beş û gerdûnî yên der barê heqîqetê de bi hev re bi kar bîne.

Post Views: 83
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.