Rojnameya Ronahî

Li Til Temirê 160 kesî dest bi greva birçîbûnê kir

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan berdewam dikin. Li navçeya Til Temirê 160 kesî ji bo piştgiriya parlementera HDP’ê Leyla Guven ya ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan ketiye greva birçîbûnê, kon vedan û  dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakî wê du rojan dewam bike.

Bi pêşengtiya Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Til Temirê çalakiya konê gireva birçîbûnê hat destpêkirin.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha piştgiriya Perlemantera HDP’ê Leyla Guven, Kongreya Star û PYD’ê bi dirûşma “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û bi Rêber Apo re azad bijîn” Li navçeya Til Temirê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin.

Kon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Kongreya Star û PYD’ê hat xemilandin. Di nav de 86 jin 160 kes ketin greva birçîbûnê. Her wiha Desteya Jinên Enternasyonalîst a Ewropayê jî tevlî çalakiyê bûn. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Şukriya Mihemed di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em berxwedana Leyla Guven silav dikin. Lewra sekna jina azad nîşan dide di heman demê de tecrîdkirina Rêber Apo şermezar dikin, bi vîna jina azad em ê komplo û hemû planên li dijî gelê Kurd vala derbixin û azad bijîn. Bi hêza şervanan û şehîdên azadiyê şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta vê kêliyê didome. Em ê bi hêz û îradeya xwe li ser lingên xwe bisekinin.”

Çalakî wê 2 rojan bidome. Di nava 2 rojan de wê serdana kon bê kirin û sinevizyon bê temaşekirin.