Rojnameya Ronahî

Biryara DYE’yê wê bibe sedema kombûna DAIŞ’ê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê daxuyaniya Serokê DYA’yê de ku diyar kiribû ew ê hêzên xwe ji herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişîne, daxuyaniyek da. QSD’ê diyar kir ku hê şerê li dijî DAIŞ’ê berdewam dike di vê demê de biryareke wiha wê bibe sedem ku DAIŞ careke din çalakiyên terorî li herêmê pêk bîne. QSD’ê da zanîn ku ku ev biryar wê bihêle ku gelên herêmê di nava pencên hêzên dijber de bimîne.

Derbarê biryara serokê Amerîkayê de ku gotubû wê hêzên xwe ji herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişîne, QSD’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku vekişîna hêzên Amerîkayê wê aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike û wê valatiyeke siyasî û leşkerî li herêmê ava bike.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê daxuyaniya Serokê DYA’yê de ku diyar kiribû ew ê hêzên xwe ji herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişîne, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Di dema ku em şerekî dijwar li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawî de dimeşînin, her wiha em li herêmên rizgarkirî şaneyên veşartî ku dixwazin careke din xwe ji nû ve li herêmê ava bikin, tune dikin, biryara Qesra Spî ya ku tê diyar kirin wê xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişîne, wê bi awayekî neyînî bandorê li hemleya tunekirina terorê bike û di aliyê leşkerî de hêzê bide terorê û alîgirên wan ku bikaribin çalakiyên terorî li herêmê pêk bînin.

Em ji raya giştî re teqez dikin ku Şerê Tunekirina Terorê bi dawî nebûye. Heta niha dawî li hebûna DAIŞ`ê nehatiye. Lê belê ev pêvajoyeke pir girîng û hesas e. Dibe her kes xebatên xwe zêde bike. Alîkariyeke zêdetir ji koalîsyonê were girtin û bi hemû awayî alîkariya şervanan were kirin da ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dewam bike û ne xwe ji herêmê vekişîne. Biryara vekişîna ji herêmê, wê tunebûna rêxistina terorî asteng bike. Her wiha wê pêşerojeke xeternak bi xwe re bîne. Wê heviyên gelê herêmê yên aramî û ewlehiyê pûç bibin. Ji ber ku heger rewşeke wiha de  xwe ji herêmê vekişînin wê aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike. Wê valatiyeke siyasî û leşkerî li herêmê ava bike û gelê wê di nava pencên hêz û aliyên dijber de bimînin.”