Rojnameya Ronahî

Berdel giran be jî, wê azadî bi ser bikeve

TEV-DEM’ê li ser gefên dewleta Tirk a dagirker û daxuyaniya Serokê Emerîkayê Donald Trump ku diyar kiribû wê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin daxuyaniyek da. TEV-DEM’ê got, “Gelên Bakurê Sûriyê divê  nîşan bidin ku îradeya neteweya demokratîk  têk naçe. Bedelên wê giran be jî dema li ber xwe dan hebe ew ê jiyana bi rûmet û azad teqez bi ser bikeve.”

Hevserokatiya TEV-DEM’ê têkilî gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û got, berdêlê wê giran bin jî wê jiyana azad bi ser bixin.

TEV-DEM’ê li ser gefên dewleta Tirk a dagirker û daxuyaniya Serokê Emerîkayê Donald Trump ku diyar kiribû Wê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê diyar kir ku herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de cihê aştî û aramiyê ne û wiha got: “Gelê Kurd, Ereb, Suryan û hemû gelên Bakurê Sûriyê bi berdêlên mezin sîstemek demokratîk ku azadiyê dike hedef ava kirin. Hê di rojên destpêkê de çeteyên dij mirovahiyê El Nusra, “Artêşa Azad”,  DAÎŞ û hevkarê wan dewleta Tirk dijminahiya vê sîstema demokratîk kirin û êrîş pêkanîn. Hêzên demokrat, tekoşînek mezin li hemberî van hêzên ku êrîşî tevahî cîhanê dikirin û komkujî pêktanîn dan û ew ber bi tunebûnê ve birin. Her çendî bajarên wek Kobanê ji binî ve hatin ruxandin jî, Hêzên Sûriya Demokratîk ku YPG’ê jî têde cihê xwe digire bûn afrênerên herêmên aram, aştiyane û cihê azadiyê.”

PIŞTÎ TÊKÇÛNA ÇETEYAN TIRKIYE KETE DEWRÊ

TEV-DEM’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk ji bo çewisandina gelê Kurd, gelên herêmê û hêzên demokrat hemû alîkarî dan van çeteyên derveyî mirovahiyê. Lê dema ku dît çeteyan ev yek sernexist, vê carê ew bixwe ket dewrê. Dema ku hemû cîhanê QSD wek têkoşerên azadiya mirovahiyê îlan dikir, dewleta Tirk, ji bo armancên xwe û veşartina rûyê xwe yê rast QSD wek teror bi nav dikir. Li gel ku Tirkiyê her roj êrîşî sîstema demokratîk a li Bakurê Sûriyê dikir, hêzên demokrat ên ji bo azadiyê şer dikirin ji xwe re wek xeterî dida nîşan. Wisan ku, dema binketina DAÎŞ’ê bû mizgînî ji mirovahiyê re, ji Tirkiyê re berovajî bû. Ev binketin tehemûl nekir û daxuyaniya ku wê êrîşê gelê Bakurê Sûriyê bike.”

Berdewamiya daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye: “Piştî daxuyaniya dewleta Tirk ku dijminê demokrasî û Kurdan e ew ê êrîşî Bakurê Sûriyê bike, daxuyaniya DYA’yê ku ew ê bi 3,5 milyar dolaran fuze bifroşe Tirkiyê û heman rojê îlankirina ku leşkerên DYA’yê dê ji Bakurê Sûriyê vekişe jî nîşan dide ku li ser gelên Bakurê Sûriyê komployek e. Ev hemû geşedan gumana lîstok û planên qirêj zêdetir dike. Hemû cîhan ev yek bi awayê ku DYA ji Tirkiyê re gotiye em vedikişin, hûn dikarin dagir bikin şîrove kiriye.

EM LI SER VEKOŞÎNA DYA’YÊ TI NIRXANDINÊ NAKIN

Her dewletek û hêzeke siyasî ku biryarên der barê xwe de, ku bi nirxên mirovîn û exlaqî re ne bi nakok be bigire, rewşeke tê fêmkirin e. Bêguman biryara ku DYA’yê girtiye ji bo gelê DYA’yê û hemû mirovahiyê çiqasî rast e û biryarek bi xêrê ye yan na, mijareke wiha ye ku wê bê lêpirsînkirin. Mafên rayedarên DYA’yê heye ku biryarek weha bigirin; bes ku ev biryar li ser gelên mezlûm nebe parçeyekî planeke qirêj. Em weke avasaziyên demokratîk ên gelên Bakurê Sûriyê der barê vekişîna biryara DYA’yê de em ê tu nirxandinekê nekin; lewra ev biryar ya wan e. Jixwe em xwediyê têgihiştineke siyasî ne ku li Sûriyek demokratîk û azad tu hêzên derve divê nebin. Em ji vê bawer dikin ku di serî de Tirkiye divê hemû hêzên derve ji Sûriyê vekişin. Niha li hemberî demokratîkbûn û yekîtiya Sûriyê astengiya herî mezin dewleta Tirk e.

DYA dikare ji Sûriyê derkeve. Jixwe biryara vekişînê hatiye girtin. Encax gelên Bakurê Sûriyê ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de ku ji deh hezaran zêdetir şehîd û bi deh hezaran birîndar dan di bin êrîşa dagirkirina dewleta Tirk de ne. Tevî ku tu êrîşên li hemberî Tirkiyê tune ne û êrîşî Bakurê Sûriyê dike li gorî qanûn û hiqûqa Neteweyên Yekbûyî sûcek e. Sûriye niha jî dewletek endamê Neteweyên Yekbûyî ye.  Divê welatên endamên Konseya Neteweyên Yekbûyî divê bi lezgînî Neteweyên Yekbûyî vexwînin civînê û biryarek rê li ber êrîşkariya Tirkiyê bigirin derxînin.

‘BI BERDÊLÊN MEZIN JÎ BE WÊ JIYANA BIRÛMET BI SER KEVE

Ev êrîş li ser bingeha dijminantiya demokrasî û Kurdan ji bo hilweşîna pergala demokratîk a li Bakurê Sûriyê avabûye ye. Di vê çarçoveyê de Ereb, Kurd, Suryanî û hemû gelên Sûriyê ku zêdetirî deh hezaran zarokên xwe şehîd dane xwe bispêrin hêza civaka demokratîk a rêxistinkirî û li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin. Di serî de gelên Bakurê Sûriyê ku yekîtiya Sûriyê di nava pergala xwe ya demokratîk de ava kiriye divê bibîne ku ev êrîş di serî de li dijî wê ye, li dijî vê êrîşê bi xurtkirina yekîtiya divê îradeya neteweya demokratîk ya têk naçe nîşan bidin. Bedelên wê giran be jî dema li ber xwe dan hebe ew ê jiyana bi rûmet û azad teqez bi ser bikeve.”