Abdulah Ocalan
Di van sîh salên dawiyê de têkoşîna PKK’ê bi awayekî berbiçav meşandiye ji bo Kurdan pirsgirêka hebûnê bû. Bi awayekî ev têkoşîn ji bo zelalkirina pirsa ‘Kurd hene yan tine ne’, hatiye meşandin. Ji aliyan aliyekî bi awayekî întîharwarî gotiye heye, aliyê din jî gotiye tineye. Ji vê jî wêdetir a mirov ji ber fedî dike ew e, di şêst salên beriya vî sîh salî de entelektueliya Kurd jî bi îspatkirina hebûna Kurd re mijûl bûye. Bêguman ji bo ferd û civakekê guftûgokirina hebûnê rewşeke gelekî bi tehlûke û rezîl îfade dike ku ev jî îşaret bi xeteke zirav a di navbera man û nemanê de ango di navbera jiyan û mirinê de dike. Di dîrokê de ti hebûna civakî neketiye vê rewşê yan jî pirr kêm hebûnên civakî bi hovîtiyeke bi vî rengî re rûbirû bûne. Ti hebûna civakî bi qasî Kurdan nekirine ku ji xwe fedî bike û înkara xwe qebûl bike an jî rewşeke evqasî rezîl bi serê pirr kêm hebûnên civakî de hatiye. Eger mirov bibe Kurd dibe tiştekî mîna bermahiya komeke ku welatê xwe bi xwe tineye, pênc pere nake, bêperetî û ew wekhev e, timî bêkar e, bi her heqdestê dixebite, timî ji bo debarê li ber xwe dide, pêdiviya xwe ya çandî ji bîr dike, ji bo pêdiviyên xwe yên maddî dûrî aqilan hewl dide, li dayikniştimana NAN (li dayikniştimana şoreşa cotkariyê ya neolîtîkê) bê NAN dimîne.
Min behsa trajediya xwe kiribû ka çawa bi dibistana pêşî ya asîmîlasyonê dest pê kir. Dibistana seretayî li şûna zimanê min ê dayikê bi zimenekî din ders dida. Mîna ku ez bi tehlûkeya ji vê dibistanê bê dihesiyam. Bi wê zarokatiyê dixwestin ez dev ji zimanê xwe berdim, ez ji hebûna xwe bigerim. Gelo, ez ê ji hebûna xwe ango Kurdîtiya xwe bigeriyama, wê bikirina jê bigerim? Diyardeya Kurd an jî pirsgirêka Kurd ji bo min bi vî awayî dest pê kiribû. Hebûnek an jî pirseke salên dûrûdirêj bêbersiv di nava dilê min de ez nerehet kirim… Min zimanê xwe ji dest dida û di binê vê de jidestdaneke mezin a hebûnê hebû. Min çi ji dest dida? Ev pirseke pirr zor û zehmet bû ku min bersiva wê bidiya. Kurd bûbû hebûneke bi pirsgirêk ku parastina wê gelekî zor û zehmet bû. Ya diqewimî, ne hebûna min, lê lerz û taya min a li ber qedandinê bû; bersivên bîrbirî û serwextbûyî nebûn, gulokeke pirsgirêkan bû ku her diçû mezin dibû û mirov dîn dikir.
Di serê salên 1975’an de min wisa xîtabî M. Hayrî Dûrmûş dikir, mîna ku min bersiva guloka pirsên min dipelixandin dîtibû. Bersiva pirsan weke pêşnûme hat nivîsîn û devê min vebû. Eşkere ye ku bersiva min der barê hebûneke pêjna wê xeyal meyal hebû, xwe weke sîhekê weke şopekê dida hiskirin, îdeayeke devkî bû. Min yeqîn dikir ku mirov di pencereya çînî û rizgariya neteweyî ya cîhanê de binêre wê bibe bersiv. Min bersivên gelekî zêde îdealîst didan. Ma ne şablonê heqîqeta nû sosyalîzma pêkhatî bû. Mirov bi elîfbaya wê zanîbûya ya din bi xwe dihat. Bêguman nêzîkatiyeke bi vî rengî li hemberî bandora lîberalîzma alatûrka, faşîzma serkorker û înkarker panjehr bû. Mirov negihanda heqîqetê jî dikarîbû nehişta mirov bi jehrê bikeve. Li dijî qirkirina çandî di şerê hebûnê de ango di şerê man û nemanê de wê bi kêr bihata.