Sîpan ŞÎNDA
Strana Kurdî ya resen û kevin nebe li ser evînê hatiye ava kirin. Evîn, êş û jana hemî serdeman, derdê hemî nivşan, birîna kûr ya hemi evîndaran. Evîn, serkaniya stran û helbestên hemî hozan û dengbêjan. Dema evîn nebe, ne hozan heye ne dengbêj heye, ne ji stran heye. Di strana Kurdî de hozan, bi riya stranê derdê dilê xwe bi awayekî bê sansûr vedibêje. Ji dengbêjî re çi tişt ne xeme. Dema ew destê xwe têxe bin guhê xwe de û çavên xwe dineqîne, ew ne ji kesê fihêt dike, ne ji kesê ditirse! Di strana Kurdî de hîmê şermê nîne. Hozan nizane şerm çiye. Çi dema bixwaze pesnê evîna xwe bide, çi dema bixwaze bi wê şa bibe, ew bi awayekî eşkere di stranê qala hîmên erotîk dike. Tiştekî naveşêre. Hozan evîna xwe maç dike, devê xwe têxe xal û gerdena yarê, sing û bera ji xwe re têkve dide û hwd. Hozan bi riya stranê bi evîna xwe re şa dibe. Strana Kurdî, kirasê şermê qetandiye.
Strana Heyran di vî warî de mînakek gelik ber çave. Dema hozan strana Heyran dibêje, çi şerm û fihêt li cem wî nine. ‘De rabe keçkûgê li te keçînê, ay belê min got memik hêgên li ser hêlînê!’ Tu kes nizane strana Heyran ji beriya çend salan û ji aliyê kî ve hatiye gotin. Dibe kû bi sedan salane ev stran tê gotin. Hem ji di nava civakek girtî de! ‘Ay de rabe keçkûgê bejin û bal şitila vê bîşengê, mala barkir keriyok ketîne vê astengê, ax belê min divê ez herim tewafa xal û gerdena yarê ji navtengê’. ‘Heyran jaro, hege tu mazî çinî xwe ji zinara bernede, hege tu bi heval û hogirî cabê li min nede, hege tu bê heval û hogirî were devê xwe bêxe xal û nîşanê gerdenê, neqeba singan û bera bernede’. Hozan vê ji bes nabîne. Di dewama stranê de hozan hê ji bi awayekî erotîktir stranê didomîne. ‘Heyranê minê têtû ji zivingê, ay belê heriyê xwe avêtî çeqmeqa vê tifingê, ay de bila tu mêvanê mala bavê min biya, şevê nîvê şevê minê bida te ji mal doxînê heyanî serdelingê’. Dîsa di strana Lê Canê de hîmên erotîk gelik zêde derdikevin pêş. Ya rast hozan di vir de ‘cana xwe’ weke tabloya Henrî Matîsse ‘Le Bonheur De Vivre’ bi awayekî hunerî tazî dike. ‘…Wele minê singê cana xwe pîvayî bi gaza Helebê gaz û nîve, belê sing û ber û bedenê cana min weke zozanê fereşînê, cotê reş gamêşa lê dixwin taştê û şîve’. ‘… minê cotê memikên cana xwe dîtîne, serî sorin binî spine, weke hegên mêkewa serê sihara sibê nû kirine, weke sêvigên xelatî ne, eve serê heft salane minê ramûsanek ji cana xwe standî bû wele tam û kilama devê min hêj şirîne lê canê’. Di strana Sêxa Delal de hozan dibêje ‘min yarî kir te yarî kir, bijkûj qetiya memikan spî kir’. Hozan şa bûna bi evîna xwe re qet naveşêre. Ma di van strana tenê de, na. Tu guhdariya kîj strana Kurdî bikî, hîmên erotîk di têde hene. Strana Bêrîvanê, Lawikê Metînî, Eyşana Elî, Zozaniyê, Ez Nexweşim, Xezal Xezal û di gelik stranên din de û herweha di lawikên evînê de ji ev hîm derdikeve pêş. Lê tişta balkêş, di nava civakek weke civaka Kurd girtî de, tu kes van hîmên erotîk fihêt nabîne û ji ber vê yekê dengbêjan şermezar nake.