Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanca DYA’yê ya li Rojava

26/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Camiya Emewî nebû, ya Kolnê heye
Share on FacebookShare on Twitter

Burhan ERDEM

Biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya damezrandina niqteyên kontrolê gelekî deng veda. Tevî wê helwesta dijminane ya Tirkiyeyê wê li ser sînorê Bakurê Sûrî ev pêk were. Ji Mincibê heta Dêrikê. Deverên di bin kontrola hêzên QSDê de. Daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê DYAyê James Mattis a ji bo vê gave bi zimanekî naîf weke ev yek parastina Tirkiyeyê jî werdigre nava xwe bû. Lewra li ser sînor tevgereke zirarê bide Tirkiyeyê pêk were, wê bi saya van niqteyên çavdêriyê bikaribin Tirkiyeyê hişyar bikin.
Lê nakokiya bi vê gave re derketiye Tirkiyeyê gelekî nerehet dike. Vê nerehetiya han di hevdîtineke din de jî hate gotin. Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, di çarçoveya Foruma Ewlekariyê de, li Kanadayê bi Fermandarê Giştî yê DYAyê Joseph Dunford re hevdîtinek kir. Di daxuyaniya piştî vê de, Akar got têkeliya DYAyê ya bi YPGê re taktîkî û demkî ye, lê ew vê yekê jî qebûl nakin. Rabûnû rûniştina eskerên Amerîkî ya bi YPGê re wan nerehet dike û vê aciziya xwe Akar ji Fermandar Dunford re gotiye. Lê bersiva jê re jî ew bersiva tê zanîn e: Hebûna DAIŞê bi dawî nebûye!
Gelekî hate gotin û hê jî tê gotin ku sedema sereke ya hebûna Amerîkiyan a li Sûrî DAIŞ’e. Piştî bi awayekî temamî DAIŞ ji vê erdê were rakirin û nikaribe careke din derbikeve, wê Amerîkî herin. Belkî ev ji bo Amerîkiyan girîng be, -heta astekê girîng e jî- lê sedema bingehîn a ketina Sûrî ne hebûna DAIŞ’ê bû. An jî ne tenê ev yek bû. Veguherînek pêk dihat û diviyabû ev bihatiba kontrolkirin. Ji bo vê kontrolê jî li ser erdê hêzek lazim bû. Di 2012an de destpêkirin plana Perwede û Çekdar bike xistin dewrê. Hin hêzên ku Tirkiyeyê destnîşan kiribûn ceribandin. Lê ev hêz jê re nebûn hêza li erdê. Di vê demê de, bi berxdwedana Şengal û Başûrê Kurdistanê hêza Kurdan derkete ser dikê. Amerîkiyan li cem wan cihê xwe peyda kir û stratejiyeke din bi pêş xist ku ewê jê venegere.
Lewra ev stratejî wê hê bi dehan salan bi kêr bê. Ji ber ku armanca DYA’yê li Sûriyeyê veguherîna rejîmê ye. Ev belkî çendan caran hatibe eşkerekirin jî, lê bi derketina pêş a DAIŞ’ê re û dîsa hêzên dişibine wê, helwesteke nermtir a ji bo rêveberiya Beşar Esed hatibû nîşandan. Dîtinên weke ku Rejîma Şamê baş e, eger ew nîn be wê rêxistinên cihadîst hakim bibin hê jî tên vegotin. Lê gava ku mirov dinêre çawa ev rejîm ewqasî di bin tesîra Îran û Rûsyayê de ye, bi vî awayî mayina vê rejîmê wê tucarî ne bi dilê Amerîkiyan be.
Di vî warî de hebûna Rojava û pêve girêdayî herêmên Bakurê Sûrî, ji bo DYAyê fersendek e. Li vê qada ku kontrola rejîma Şamê naxwaze DYA dikare kar bike. Li vêderê ku dewlemendiya ser erd û bin erdê heye, wê Amerîkî nexwazin ew rêveberiya di bin kontrola Rûsya û Îranê de xwe lê serdest bike. Ji bo vê jî qanihkirina Tirkiyeyê lazim e. Di vê mijarê de jî gelek qert di destê Washîngtonê de ne ku bi demê re derdixe pêşiya rêveberiya Enqerê. Weke damezrandina niqteyên kontrola sînor!..

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.