Rojnameya Ronahî

Li Bakurê Sûriyê meşên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi minasebate 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a Navneteweyî meş hatin lidarxistin. Li Qamişlo, Şehba û Girê Spî jin derketin qadan û şîdeta li ser jinan şermezar kirin.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a Navneteweyî meşek li dar xist. Şandeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl û bi sedan welatî tev li meşê bûn.

Meş li Stada Şehîd Heysem Kuço veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif axivî û destnîşan kir ku tundiya li ser jinan binpêkirina mafên mirovan e û got, “Li Rojava û Bakurê Sûriyê şoreş bi pêşengiya têkoşîn û îradeya jinan pêşket.”

ŞEHBA

Bi hezaran jinên kantona Efrîn û Şehbayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê meşek li Şehbayê li dar xist. Meşa ku li gundê Ehdesê pêkhat  li qada gund veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongreya Star a kantona Efrînê Şîraz Hemo axivî û destnîşan kir ku meşa wan mînaka îrade û berxwedanê ye û got ew tu carî derfetê nadin tu kesî ku şîdetê li jinan bikin.

GIRÊ SPÎ

Bi dirûşmeya “Azadiya rêber Apo azadiya jinan e” şêniyên herêma Firatê bi boneya 25’ê Mijdarê, meşek li kantona Girê Spî li dar xist. Meşa ku bi pêşengiya Kongreya Star hat lidarxistin bi sedan şêniyên herêma Firatê beşdar bûn.

Li Qada Azadî meş veguherî mîtîngê. Paşê daxuyaniyek li ser navê Kongreya Star a kantona Girê Spî hate xwendin.

Piştî daxuyaniyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de  behsa berxwedana jinên Bakurê Sûriyê hat kirin.