Rojnameya Ronahî

Gerîlayan salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir

Salvegera damezirîna 40’î ya PKK’ê li Zagrosan bi tevlêbûna bi sedan gerîlayan bi rengekî bi heybet hate pîrozkirin.

Gerîlayên HPG û YJA STARê li Zagrosan Cejna Vejînê ya 27’ê Mijdarê bi coşeke mezin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ku bi sedan gerîla amade bûn, yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt, fermandarên HPG û YJA STARê Seyîdxan Dersim, Pelşîn Koçgirî, Egîd Kelar û Axîn Ararat amade bûn.

Endamê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt di merasîma pîrozbahiyê de axivî, salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Ocalan, gelê Kurd û gêrîla pîroz kir  û wiha got.”Tevgera PKK’ê 40 salên tije li pey xwe hiştin û dastanên mezin nivîsîn. PKK beriya niha bi 40 salî di şertên dijwar de, dema ku gelê Kurd bi temamî dihate tinekirin hate avakirin. Di serdemeke wiha de Rêber Apo bi gotina ”Kurdistan heye û mêtingeh e” bi komeke hevalê xwe re dest bi xebatên rêxistiniyê kir. Pêngava ku hebûna Kurdan û Kurdistanê bide qebûlkirin  avêt. Ne tenê li Kurdistanê li metropolên Tirkiyê jî ev rêxistinî kir û geşedaên mezin bi xwe re anîn. Li bara van geşedanan dewleta TC’ê ya mêtinger jî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê êrîşên mezin da destpêkirin.

Dewleta Tirk çawa ku bi hemû derfetên xwe şer bi teknîkê rê ve dibe, em ê jî vê teknîkê bi kar bînin.  Me gava vê avêt, hêdî hêdî em ê vê geş bikin. Li gel vê, em gerîlayên PKK’ê bi taktîkên gerîlayê modern em ê asta têkoşînê geş bikin.  Me 40 salê têr û tije, bi lehengiyê tije li pey xwe hiştin. Dîrok, ji niha û şûn de li ser xeta têkoşînê ya Rêber Apo, wê şahidî ji dastanên mezin re bike. Dîrok wê vê şanî û dost û dijminan bide.”