Rojnameya Ronahî

Li dijî plananên navnetewî divê yekîtiya netewî ava bibe

Endamê Rêveberiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Helednî diyar kir ku biryara Amerîka û dîwana Edaletê ya Ewropayê ancax bi yekîtiya Kurd were vala derxistin û got, “Ji ber Kurd ne yekgirtîne nikarin bandorê li biryarên navnetewî yên derbarê xwe de bikin. Divê Kurd kongreya netewî lidar bixin.”

Endamê Rêveberiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Helednî têkildarî biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya derbarê doza PKK’ê de û biryara Amerîka ya li dijî 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê de axivî.

Di 15’ê Mijdarê Dîwana Edaletê ya Ewropayê eşkere kiribû ku PKK bi neheqî ketiye lîsteya terorê, lê tevî vê yekê jî careke din biryar da PKK di lîsteya terorê de bimîne. Amerîka jî ji bo bandorê li biryara dadgeha Ewropayê bike tam jî li rastê birêveçûna doza PKK’ê li Ewropayê biryara girtina 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê derxist.

Ebûbekir Helednî siyaseta Ewropa û welatên Rojava ya li hember PKK’ê weke siyaseteke du rû bi nav kir û got, “Welatên Ewropa dest ji berjewendiyên xwe bernadin û berjewendiyên xwe li ser hemû prensîban re digirin. Ewropa dizane ku Kurd ji bo nasnameya xwe têkoşîneke rewa didin. Ev jî mafê 40 milyon Kurd e. Heya niha jî zimanê Kurdî qedexeye.”

Helednî qirkirina siyasî ya li Bakurê Kurdistanê û êrişên li dijî Rojayê Kurdisatnê jî bibîrxist û dazanîn ku Welatên Ewropa di vê mijarê de jî xemsarin û erka xwe pêk nayîne.”

Helednî sedema van biryarên li dijî gelê Kurd jî bi ne yekbûna hêzên Kurd ve girê da û wiha dewjam kir, “Ew dûrbûn û pêşbaziya di navbera hêzên siyasî yên Kurd de hene û nebûna yekîtiyê, bûye sedem ku em belave û parçebin.”

Helednî wiha axivî, “Ji ber em ne hevgirtîne, em niakrin bandorê li biryarên navnetewî û civaka navnetewî bikin. Eger em bixwazin biryarên me cidî werin girtin, divê em peyamên hevbeş bidin û li hev bi civin. Ev jî ancax bi kongreya netewî pêk were. Divê êdî pêkanîna stratejiyeke netewî ji bo hêzên Kurdî bibe xaleke girîng .

Endamê Rêveberiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Helednî  biryara Amerîka ya li dijî  pêşengên PKK’ê şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Amarîka ev biryar li dijî şoreş, xebat û nasnameya gelê Kurd girtiye. Wê ev biryar bikeve nava rûpelên dîrokê. Amerîka wê tenê şermezar bibe, ji ber gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê li pêş çavê wan tê qetilkirin.”…ROJNEWS