Rojnameya Ronahî

Çeteyan gelek zilm li Jinên Minbicê kirin

Jinên bajarê Minbicê bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan çalakiyek li Qada Giştî ya ku çeteyan di dema dagirkeriya xwe de jin lê qetilkirin, li dar xist.

Di çalakiyê de ala Meclisa Jinan a Minbicê, Meclisa Jinên Sûriyê û pankartên bi nivîsa “Na ji koletiya jinan re”, “Azadiya jinan rûmeta wan e” û “Dest bi dest em ê sîstema faşîst hilweşînin” hatin hildan.

Di çalakiyê de berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku 25’ê Mijdarê bala her kesî di cîhanê de kişand ser zilm û şîdeta ku li hemû cîhanê li ser jinan tê kirin. Îbtîsam got ji ber zîhniyeta desthilatdar û bandora wê li ser civakê, şîdet li ser jinan tê kirin û hemû mafên wan ji wan hatine standin.

Seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha El-Elî diyar kir ku rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava şoreşê de û di hemû aliyên civakê de sereke ye û jinan ji cîhanê re îsbat kir ku jin dikarin hemû civakê bi rê ve bibin.

Cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Nûr El-Hamid destîşan kir ku di aloziya Sûriyê de jin rastî gelek zehmetiyan hatin, koçber bûn û ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve rastî kiryarên derexlaqî hatin û wiha got: “Jinên Minbicê jî rastî gelek kiryaran hatin. Lê ji destpêka ku bajar hate rizgarkirin ve jinan xwe bi rêxistin kir û li dijî tundiya li ser jinan têdikoşin.”

Her wiha di çalakiyê de bi navê jinên kantona Şehbayê û Yekitiya Jinên Ciwan axaftin hatin kirin. Di axaftinên wan de hate destnîşankirin ku divê hemû jin li dijî tundiyê tê bikoşin…ANHA