Rojnameya Ronahî

Çalakiya greva birçîbûnê li Hewlêrê didome

Di roja pêncan a çalakiya Greva Birçîbûnê ya bêdem û dorvger ya Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan, koma sêyemîn dewr girt.

Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven ji 21’ê Mijdarê ve çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê bêdem û dorveger didome. Di roja pêncan a çalakiyê de  komek din dest bi greva birçîbûnê kirin û dewr girt.

Di dema merasîma dewir girtinê Nûnerê HDP’ê yê Herêma Kurdistanê Abid Îke axivî û got; “Me li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye. Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo berdewam bike û parlamenterên me di girtîgehê de bin wê çalakiya me berdewam bike. ”

Abid Îke axaftina xwe wiha dewam kir; “Em spasiya partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê dikin ku serdana me dikin û piştgiriyê didin me. Em hêvî dikin ku piştgiriya Başûrê Kurdistanê zêdetir be. Ji ber ku îro li Bakur dijberiya Kurd tê kirin, wê sibe êrîşî parçeyên din ên Kurdistanê jî bike.”