Rojnameya Ronahî

Di sala 41’ê de wê serkeftin mezin be

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku dijmin hewl dide xwe nû bike û dest bi sala 41’ê bike. Lê qels e. Em hîn bi xurtî û rêxistinbûyî dest bi sala nû dikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê ji ANF’ê axivî û behsa armanc û têkoşîna sala 41’ê kir.

Kalkan diyar kir, di xeta Rêbertî û şehîdan de ew dersên rexnedayinê ji sala 40’î derdixînin û li ser vê bingehê hîn bi rêxistinî, bi biryar û bi plan dest bi sala 41’ê dikin.

PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DIKE

Kalkan bi bîr xist, salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li her derê bi coşeke mezin tê pîrozkirin û got, “Cejna vejîn û avabûnê ya gelê Kurd tê pîrozkirin. Gelê me û dostên me bi bawerî û hêviyeke mezin li pêşerojê dinerin. Bi coş û kêfa xweş salvegerê pîroz dikin. Bi şiyara ‘Em tecrîdê û faşîzmê bişikînin’ pêvajoyeke nû ya berxwedanê dest pê dike.”

BIRYARA DYA’YÊ TÊKÇÛNA KOMPLOYÊ YE

Kalkan işaret bi biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li dijî rêveberên PKK’ê kir û got, “DYA ku pêşengê komploya navneteweyî ye, hewl dide komployeke nû bide destpêkirin. Biryara wan a dawî ku tê wateya êrîşa li dijî rêveberiya me, nîşaneya vê yekê ye. Ya rast, ev biryar nîşan dide ku di 20 salên dawî de, bi taybetî jî di 40 salên têkoşîna partiya me de komployên navneteweyî hatine têkbirin.”

EM LI BER SERKETINÊ NE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan anî ziman ku faşîzma AKP-MHP’ê ya ku bi polîtîkaya înkar û tinekirinê tevdigere li ber têkçûnê ye û wiha dewam kir: “Tevgera me û gel gelekî xurt in. Li gorî 20 sal beriya niha em hîn xwedî tecrûbe û destketiyan e. Em li ber serketinê ne. Eger em têkoşîna xwe bidomînin, êrîşan bişikînin, hingî wê têkoşîna azadiyê bi ser bikeve. Divê ev yek were dîtin.”

DYA’YÊ QÎMETA XWE WINDA KIR

Kalkan got, divê ev êrîş cidî were dîtin û wiha dewam kir: “Paşverûtiya înkar-tinekirinê û global eger firsendê bibîne wê bixwaze Kurdan qir bike. Dixwaze PKK’ê tasfiye bike, Kurdan parçe bike û polîtîkaya xwe ya înkar û tinekirina Kurdan bidomîne. Ev rewşa metirsîdar hê jî heye. Divê kes şaşitiyê neke. Lê eger têkoşîn were kirin, ew gelekî qels e. DYA’yê 5-6 salên dawî li hin deveran bi taybetî li Rojava bi helwest û têkiliya xwe ya bi Kurdan re li cîhanê bû xwedî qîmet. Lê niha ev yek jî ji dest da. Civaka Kurd, gel, hêzên demokrasiyê ji vê biryarê gelekî aciz û bi hêrs in. Prestîja DYA’yê têk diçe. Di oxira berjewendiyeke erzan, teng, siyasî û leşkerî de li dijî jiyana azad a gelê mazlûm ê qedîm, li dijî Kurdan şer dike. Biryarên nû yên komployê digire. Pêwîste ev yek were dîtin û pêşî li komplogeran bê girtin.”

LI DIJÎ ÊRÎŞAN YEKÎTÎ Û BERXWEDAN

Kalkan got, “Dijmin dijminatiyê dike” û wiha dewam kir: “Divê em cidî bibînin. Qelsiyên wê jî bibînin. Ya girîng û esasî ew e ku em hişyar bin. Li dijî van dek û dolaban, li dijî êrîşan divê em yekîtiya Kurdan, Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bînin. Pêwîste gelê me û dostên me li her cihî li dijî van êrîşan li ber xwe bide, hemû partiyên Kurdan jî helwesteke zelal nîşan bidin û bibin yek. Li dijî êrîşa nû ku DYA’yê daye destpêkirin, pêwîstî bi têkoşînê heye. Ev êrîş li dijî her kesî hatiye kirin. Ne tenê li dijî rêveberên PKK’ê.”

DI SALA 41’Ê DE SERKETINA ME WÊ MEZIN BE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kalkan işaret bi sala 41’ê ya PKK’ê kir û got, “Dijmin hewl dide xwe nû bike û dest bi sala 41’ê bike. Lê qels e. Ya girîng û esasî, jinûve rêxistinbûn û nûbûna rêveberiya me ya partiyê ye ku di civîna navendî de pêk hat. Em hîn bi xurtî û rêxistinbûyî dest bi sala nû dikin. Îdîaya me mezin e, serketina me jî wê mezin be. Me îlan kir ku sala 41’ê bibe sala azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê. Ji ber vê yekê me dest bi têkoşîna ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin’ kir. Li ser xeta berxwedêriya fedayî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ a li dijî komployê û li ser bingeha dirûşma hate bilêvkirin, em ê sala 41’ê bikin sala têkoşîneke xurt. Di vê salê de em ê hîn bi xurtî bi ser bikevin.”