Rojnameya Ronahî

Divê welatiyên Bakurê Sûriyê rê nedin fitneyan

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar diyar kir gelek alî gefan li herêmê dixwin û da zanîn ku hevalbendên Tirkiyê, Rûsya, Rêjîmê û heta DAIŞ’ê li herêmê hene û got, “Dibe ku fitneyan li herêmê derbixin û sûdê jê bigrin. Ji ber wê divê welatî bi bi fitne û îdiayan neyên xapandin.”

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Riyad Derar têkildarî gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê û hewldanên derxistina fitne û tevliheviyê ya li herêmên rizgarkirî û mijara peymana Îdlibê de ji ANHA’yê re axivî.

Derar wiha got, “Rêjîma Tirkiye bi gefên xwe li dijî herêmê hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derbixe derve û civaka Tirkiyê xwe bi derve mijûl bike. Beriya vê jî Ruhanî, Lavrov û Welîd El-Muelêm heman gef li herêmê xwar in. Ev jî şêwazek ji şêwazên hevalbendiyan di navbera wan hemûyan de ye.”

Têkildarî peymana li Îdlibê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ku bi ser neket jî Derar wiha axivî, “Di bingeh de Tirkiye piştgiriya El-Nusra û hemû komên çekdar yên tundrew dike. Ji ber wê û li gorî lihevkirina Soçiyê rê ji Tirkiyê re hate vekirin da ku pirsgirêkê çareser bike. Tirkiye bi hinek koman itîraf kir û hinek din jî xiste nav lîsteya terorê. Ji wan yek jî Cebheta El-Nusra ye. Di encamê de wê nakokî di navbera komên ku Tirkiye piştgirya wan dike û El-Nusra de derkeve. Rûsya dixwaze da ku bi awayekî hêdî hêdî El-Nusra tesfiye bike û ev senaryo jî heye.”

Li ser avakirina noqteyên çavdêriyê ku Emerîka dixwaze li ser sînorê Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê ava bike Hevserokê MSD’ê wiha got, “Ev gavek erêniye. Ev yek wê bihêle ku Tirkiye sînorên xwe derbas neke. Ji ber li ser sînor yek guleyek jî li dijî Tirkiyê nehatiye avêtin.”

Li ser hewldanên derxistina fitneyê li Bakurê Sûriyê Riyad Derar da zanîn ku gelek alî gefan li herêmê dixwin û bi rêya ajandeyên xwe hewl didin tevlihevî û fitneyê derxînin û wiha dewam kir, “Hevalbendên Tirkiyê, Rûsya, Rêjîmê û heta DAIŞ’ê li herêmê hene. Dibe ku fitneyan li herêmê derbixin û sûdê jê bigrin. Ji ber wê divê welatî bi van îdiayan neyên xapandin û ji bo aramî û avakirina herêmên xwe bixebitin. Bi taybet divê welatiyên Reqa û Dêrazorê bi van kesan neyên xapandin. Ew bi rêya pereyan hatine kirrîn. Em hemû gelê Sûriyê ne û ji bo Sûriyê dixebitin…ANHA