Rojnameya Ronahî

Propaganda

Sîpan CAN

Ev gotina ku bi selê xwe latînî ye, cara yekê, sala 1622’an ji aliyê Babayê xistiyanan Girîgosê pazdemîn ve hatiye bi kar anîn. Babayê, komeleyek ava kir û armanc ji wê yekê prensîpên Kasûlîkî belvakirin bû. Lewma komle bi wateya “belavkirina îmanê” nav lê hat kirin, ango, navenda ku ji wir ve hemû fikiriên kasûlîkan bên belav kirine ye. Gelek caran mirov di televiziyonan de dibîne, bê çawa li kilîseyan bi stran û ahengan bandorê li ser civakê dikin. ev ji aliyê xiristiyanan ve ye. musulman jî bi riya ajîtator û xutbe her wiha zikreyan dîn û îmanê xwe belav dikin. bi rastî jî di vê mijarê de, herdû baş dixebitin û bandora wan zêde ye. yanî zilaman di asta herî bilind de pispor in û dizanin bi çi amûran armancên xwe pêk bînin.
Di vê pêşgotinê de, belkî me mînakekî olî anî ziman. Ew jî ji ber ol weke ku tê naskirin bi “efyona civakan” heya roja me ya îro bandora wê deh qatî idyolojiyên sosiyalîst û çepgir û her wiha yên şoreşgerî bandora xwe heye.
Bê goman, ji bo ku tu karekî serkeftî bikî, divê di milê propoganda û ajîtasiyonê de tu xort bî. Mînakek cihûyan heye dibêje “ ji bo tu di karekî de serkeftî be, an jî ger projeyek te ya bazirganiyê hebe, pêwîste tu ji sedî not ji budgeya xwe ji bo reklam û propogandayê xerc bikî” ji ber wê propoganda gelek girîng e.
Li Rojava şoreş pêk hat, ta astek mezin li ser ragihandinê û bi riya kanalên diplomasiyê danasandin hat kirin. Lê tevî vê yekê jî gelek kêm û lawaz e. ya yekemîn ku em li hawîrdorek erebî dijî, me heya niha baş gelê ereb ne daye naskirin ku prinsîp û rêgezên şoreşê bi çi armancê hatine destnîşankirin. Ya din jî, aliyê wê yê cîhanî, ev jî gelekî qels e, cîhan jî hêj baş şoreşa Rojava nas nekiriye.
Helbet, kêmasî û xemsarî ya me ye. Kongreyek an jî çalakiyek çêdibe, berî wê bi demekê reklamkirin û xistina rojevê gelekî kêm dimîne. Ger hebe jî hemû propogandeyên me zûha û hişk in. Tenê bi aweyekî sloganwerî em propogandeya xwe dikin. ev tenê têrê nakê. Em dikarin hin mînakên zindî bidin. (Meş û xwepêşandan) hem reklama wê û hem jî rêxistinkirina wê gelekî tevlîhev e. tenê bi Microfonê belavkirina xebera wê ne bes e. her wiha hertim pirsgirêka meşan jî ew e, ger ji bo Efrînê gel derketibe, tu dibînî behsa Yemenê dikin û slogan ji mijara Efrînê dûr e. her wekî din jî, kongre an jî çalakiyekî ber bi ger tê li dar xistin. Ne berî wê û ne jî dema pêkanînê li ser wê baş xebatên propogandeyê nayên kirin, lewra jî encamnên wê baş li ser raya gîştî nayên teysandin. Mînaka vê jî ew kongreya li Lubnanê ku li ser ramanên Ocalan pêkahatiye de diyar dibe.