Rojnameya Ronahî

Li dijî êrîşan pêdivî bi yekîtiyê heye

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Umer Cafer êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Bakurê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku artêşa dagirker ne tenê deskeftiyên Kurdan dike hedef û got, “dewleta Tirk êrîşî  hemû gel û destkeftiyên Bakurê Sûriyê dike.” Cafer diyar kir ku li dijî êrîşan pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye.

Umer Cafer êrîşên dewleta Tirk a dagirker li  ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê Sûriyê û gelê Sûriyê dike hedef, di heman demê de nahêle bi tu awayî welatê kurdan ava bibe.

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Umer Cafer êrîşên  artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê nirxand û diyar kir Partiya Demokratîk a Pêşverû ji destpêka aloziya Sûriyê de dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker û mêtînger hewl dide ku tevahî xaka Sûriyê dagir bike.

Cafer destnîşan kir ku rayedarên hikûmeta Tirk ya dagirker bi awayekî  eşkere hebûna kurdan dikin hedef û wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyê ji doza kurd û avakirina welatekî kurd û azad li ser axa Kurdistanê ya dîrokî ditirse. Lewre aramiya herêmê dike armanc û êrîşî jîngehan dike.”

Cafer anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê ji ber binpêkirinên xwe yên li djiî gelê Kurd zû an dereng be wê berdêlên vê yekê bide.

Umer Cafer banga yekîtiyê û xebateke hevbaş ji bo doza kurd li gelê Kurd  hêzên siyasî kir û ev tişt anî ziman: “Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û ji bo berjewendiyên gelê xwe xebatê bike. Lê mixabin her aliyek li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Hin kesayetên kurd hene ji bo hin dolaran ji Tirkiyê bigirin dikevin hembêza wê û şerê kurdan dikin. Dagirkeriya Tirkiyê van kesan li gel xwe digre û wan ji bo reşkirina tevger û partiyên kurd yên azadîxwaz dixebitîne. Li hemberî van hewldanan divê em yekitiya xwe ava bikin.”

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû a Demokratîk ya Kurd li Sûriyê Umer Cafer di dawiya axaftina xwe de diyar kir, Partiya Demokratîk a Pêşverû li Sûriyê pêşniyara avakirina lêvegereke Kurdî kir da ku nûnertiya gelê Kurd di qadên navdewletî bike û anî ziman ku hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê ev pêşniyar têk bir…ANHA