Rojnameya Ronahî

Em ê axa xwe ji êrîşan biparêzin

Bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li dijî bakurê Sûriyê berdewam dikin. Şêxê êla El-Bû Esaf, Ubeyd El Hesan diyar kir ku êlên herêmê amade ne xaka xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêzin û got: “Em weke şêx û rûspiyên eşîrên herêmê em ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û axa xwe ji êrîşan biparêzin.”

Şêxê êla El-Bû Esaf a Sûriyê diyar kir ku êlên herêmê amade ne xaka xwe li hember êrîşên Tirkiyê biparêzin û got: “Em weke şêx û rûspiyên êlên herêmê em ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û axa xwe ji êrîşan biparêzin.”

Li dijî êrîş û zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê û bertekên êlên herêmê zêde dibin.

Şêxê êla El-Bû Esaf Ubeyd El-Hesan diyar kir ku şêx û rûspiyên herêmê bi Fermendariya Giştî ya QSD’ê re civiyane û tekez kirine ku ew amade ne herêmê biparêzin û wiha got: “Me QSD agahdar kir ku em amade ne herêmên xwe yên ku bi saya xwîna ewladên me hatine rizgarkirin li hember êrîşên Tirkiyê biparêzin.”

El-Hesan wiha dewam kir: “Hêza me heye ku em li hember êrîşan bisekinin. Ewladên me di nav refên QSD’ê de li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Wek êlên herêmê em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.”

Di berdewam axaftina xwe de El-Hesan bal kişand li ser êrîşên van demên dawî yên dewleta Tirk û bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe li dijî herêmê rawestîne û wiha got: “Wêraniya ku li Sûriyê pêkhatiye têra me dike. Em aramiyê dixwazin. Ez ji Erdogan re dibêjim, ev 8 sale tu êşê bi gelên Sûriyê didî kişandin, êdî bes e.”…ANHA