Rojnameya Ronahî

Divê Kurd li dijî êrîşan bibin yek

Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li dijî Kurdan berdewam dike. Dewleta Tirk hewl dide li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hemû destkeftiyên gelê Kurd têk bibe. Welatiyên li Herêma Cizîrê li dijî êrîşan banga yekîtiya lezgîn li aliyên siyasî yên Kurd kirin.

Welatiyên Kurd yên li Herêma Cizîrê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker banga yekitiyê li partiyên siyasî kirin û diyar kirin ku bersiva herî guncaw a li hemberî êrîşên dewleta Tirk yekîtiya gelê Kurd e.

Dewleta Tirk ya dagirker bê navber êrîşên xwe yên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dijî destkeftiyên Kurdan didomîne. Gelê Kurd jî li dijî van êrîşan li ber xwe dide û ji aliyên siyasî yên Kurd dixwaze ku yekîtiya xwe ava bikin.

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ ME DIKE

Jina bi navê Ezîza Ehmed ya ji Qamişlo, wiha got: “Me tade li tû kesî nekiriye, lê dewleta Tirk êrîşî me dike. Dixwaze me ji malên me, ji cih û warên me derbixe. Divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de hevgirtina xwe ava bikin da ku Tirkiyê dest li xaka me wer nede û êrîşî me neke.”

YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN

Şehnaz Hesarî ya ji bajarê Qamişlo, bang li partiyên Kurdî û hêzên Kurdistanî û gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser gelê Kurdistanê pêk tên, di demeke lezgîn de yekitiya  xwe ava bikin.”

DIVÊ KURD RÛMETA DWE BIPAÊRZIN

Ebdulezîz Îbrahîm yê  ji Qamişlo ye wiha got: “Tirkiyê bi armanca tinekirina me her tim topan li ser herêmên me dibarîne û aramiya ku bi xwîna zarokên me pêk hatiye dike hedef.”

Ebdulezîz Îbarhîm anî ziman ku gelê Kurd gelekî xêrxwaz û aştîxwaz e û got: “Tirkiye ji hebûn û serkeftinên ku hêzên me yên leşkerî li Rojava bi dest xistine ditirse. Tirkiye Kurdan dikuje û dest davêje hebûna wan. Armanca Tirkiyê me ji xaka me derxistine.”

Îbrahîm diyar kir  ger siyasî dibe yan jî leşkerî dibe ferq nake, lê divê gelê Kurd li Kurdisitanê xelekekê çêbikin û li derdora wê kom bibin. Erka hemû Kurdan e ku xak û rûmeta xwe biparêze.”

BERSIVA JI ÊRÎŞAN RE YEKÎTÎYE

Ebdulezîz Ebdulselam ji bajarê Qamişlo Ye dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Bersiva herî gucaw ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê yekitiya gelê Kurd e, ji ber ku êrîşên Tirk hebûna Kurdan dike hedef.”

Ebdulezîz wiha got: “Ji me tê xwestin em li tenişta şervanên xwe, Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriya Demokratîk bersiva êrîşên li ser gelê Kurd pêk tên bidin. Heger em bibin yek emê bi hêztir bibin. Tirkiye parçe dibe, di qeyraneke hundirîn de ye û di aliyê aborî de têk diçe. Ji ber vê yekê ji bo ku krîza hundirîn derbasî derve bike, êrîşî me dike.”…ANHA