Rojnameya Ronahî

Tirkiye naxwaze DAIŞ têk biçe

Endamê Buroya Têkiliyan yê Meclisa Herêma Efrînê Cemal Reşîd derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakurê Sûriyê de axivî û diyar kir ku armanca Tirkiyê ji êrîşên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê, parastina hebûna DAIŞ’ê û astengkirina Pêngeva Bagera Cizîrê ye. Reşîd da zanîn ku hêzên derve jî naxwazin aloziya li Sûriyê çareser bibe.

Cemal Reşîd diyar kir amadekirina destûra Sûriyê ji aliyê dewletên derve ve, nakeve xizmeta gelê Sûriyê û tenê xizmeta berjewendiyên wan dike. Reşîd diyar kir ku divê destûr bi nêrînên hemû  gelê Sûriyê bê amade kirin.

Endamê Buroya Têkiliyan yê Meclisa Herêma Efrînê Cemal Reşîd derbarê êrîşên dewleta Tirk û destûra bingehîn a nû ya Sûriyê de axivî.

Reşîd destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyê, parastina hebûna DAIŞ’ê û astengkirina Pêngeva Bagera Cizîrê ye. Reşîd bal kişand ser destûra nû ku di rojevê de ye û diyar kir ku  divê ev destûr mafê hemû gelên Sûrî biparêze.

Cemal  Reşîd bal kişand li ser kiryarên dewleta Tirk yên li Efrînê û wiha got: “Ji destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê , Tirkiyê xwest demografiya kantonê biguhere û hebûna Kurd lê tune bike. Ji xwe ev bi sedan salane dijminahiya gelê Kurd dike. Dewleta tirk ji bo dagirkeriya xwe li Efrînê rawa bike, di van demên dawîn de deriyek bazirganî di navbera Efrîn û Hatayê de  vekiriye.”

Cemal Reşîd destnîşan kir ku Erdogan di civîna çaralî de negihişt armanca xwe û wiha dewam kir: “Armanca Erdogan ji civînê avakirina koalîsyonek Ewropa-Asyayî bû ku xizmeta berjewendiyên wan bike. Lê ev civîn mîna hemû civînên ku bi mebesta çaraserkirina aloziya Sûriyê li dar dikevin, tu dewlet ji bo berjewendiyên xwe naxwazin aloziya Sûriyê bi dawî bibe. Ji ber ku eger alozî çareser bibe, wê demê tu rol ji wan dewletan re li Sûriyê namîne.”

Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê Cemal Reşîd wiha got: “Tirkiye bi van êrîşan dixwaze temenê DAIŞ’ê dirêj bike. Bi dîtina min  êrîşên Tirkiyê bi erêkirina Amerîkayê pêk hatin. Ji ber ku Tirkiye û Amerîka bi dehan sale hevalbendê hevin. Tirkiye beyî wê nikare êrîşan bike. Amerîka di navbera Tirkiyê û QSD’ê rola navgîn dilîze. Bi awayekî ku bandor li têkiliyên wê yê bi her du aliyan re jî neke. Ji aliyekî din ve Amerîka li gel QSD’ê şerê DAIŞ’ê dike.”

Di dawiyê de Cemal Reşîd bal kişand ser niqaşên derbarê destûra Sûriyê ya nû wiha got: “Destûra ku ji aliyên dewletên derve bê amadekirin, tenê berjewendiyên wan diparêze. Divê pêkhateyên  Sûriyê li ser bingeha civaka demokratîk, edalet û wekheviyê destûra xwe bi xwe deynin. Lê ev tişt heta ku berjewendiyên wan dewletan li Sûriyê bi dawî nebe ne pêkane.”…ANHA