Rojnameya Ronahî

Li Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê

Çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr a başûrê Kurdistanê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir.

Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir.

Di saetên nîvro de Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakiya greva birçîbûnê ragihand.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê bi tevlîbûna endamên nûnertiya HDP’ê û welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên koçê Başûrê Kurdistanê kirine destpê kir.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê li Başûrê Kurdistanê Mûzeyen Gûneş di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku heya ew agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negirin,  wê çalakiya xwe bi tevlîbûna dost û endaman dewam bikin.

Gûneş di dewama daxuyaniya xwe de got. “Nabe ku rêberekî Kurdperwer wekî Ocalan ji yasa û pirensîbên mafê mirov bê par bê hiştin. Emê li dijî van kiryarên dewleta Tirk ku li dijî gelê Kurd û endamên me pêktîne çalakiyên xwe bidomînin.”