Rojnameya Ronahî

Me xwest kiryarên Efrînê ji cîhanê re ragihînin

Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî di roja heftemîn de bi xelatdayînê bi dawî bû.
Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî 13‘ê Mijdarê bi boneya salvegara 58’an a Komkujiya Amûdê ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatibû birêxistin kirin. Mîhrîcan li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat lidarxistin.
Di mihrîcanê de 80 fîlm ku di nava 400 filmên ku ji dewletên cîhanê ji komîteyê re hatine şandin hatin pêşandan.
Gelek derhênerên sînemayê ku beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî bûn, diyar kirin ku ji cîhanê re tiştên li Efrînê rû didin, radigihînin.
Hemû çalakiyên ku li kantona Kobanê tên lidarxistin, bêyî navê Efrînê derbas nabin. Piştî berxwedana dîrokî li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê, Efrîn ji bo Kurd û gelên herêmê bû sembola berxwedanê.
Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkirin bi her awayî kiryarên der mirovî lê kirin û hê jî dewam dikin. Her wiha demografyaya Efrînê diguherîne.
Gelek sînemagerên ku dîmenên hovane yên li Efrînê dîtin, biryar dan ku fîlmên cihêreng çêkin. Di fîlman de lîstikvan tune ne, hemû dîmenên ku li ber çavên cîhanê li Efrînê rû dan, tê de hene. Fîlm cara yekê li Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî hatin pêşandan.
Derhênerê sînemayê yê Efrînî Mihêdîn Erslan fîlmeke wî bi navê “Xeleqû El-Emel” li mîhrîcanê hate pêşandan. Wê fîlmê xelata baştirîn kurtefîlmê wergirt. Mihêdîn diyar kir wî gelekî hewl daye di fîlmê de tiştê ku welatiyên Efrînê dîtine, derxe pêş çavan.
Her wiha derhênerê sînemayê Mesûd Kirad fîlmeke kurt bi navê “Uyun Misafire” ku di roja 6’an a mîhrîcanê de hate pêşandan, dixwest bi rêya kişandina dîmenên şervanên parastina Efrînê dikin, rola wan di berxwedana sedsalê li Efrînê de bide pêş.
Li aliyê din jî wênekêş Nûrî Ednan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê rêbazên nû yên îşkenceyê li herêmên ku di bin dagirkeriya wan de, pêk tînin. Dagirkeran ciwanekî Efrînî yê bi navê Aras bi rêbazên ku Osmaniyan beriya 500 sal li dijî welatiyan bi kar dianîn, îşkence lê kirin. Ednan wiha got: “Me fîlmek li ser ciwanê bi navê Aras çêkir, navê fîlmê ‘Aras’ bû, me dixwest bi rêya fîlmê ji cîhana ku li hember van kiryaran bê deng e, rastiya artêşa Tirk a dagirker nîşan bidin.”…ANHA