Rojnameya Ronahî

Projeyên avakirina malên çandê

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, bi mebesta ku herkes li çand û hunera xwe xwedî derkeve li taxên Qamişlo dest bi avakirina malên çandê kir. Rêveberê Mala Çandê yê li Qidurbeg Ridwan Dêrikî diyar kir ku armanc ji vê yekê ewe ku her kes li çanda xwe xwedî derkeve.

Melek DEMÎRTAŞ

Navenda Çand û hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, bi mebesta ku durbûnê nêzîk bike û herkes li çand û hunera xwe xwedî derkeve. Li taxên Qamişlo avakirina malên çandê deam dike.
Girêdayî mijarê Rêvebirê Mala çandê ya li Qidurbeg Ridwan Dêrikî ser armanc û avakirina malên çandê ev agahî da: “Bajarê Qamişlo bajare kî mezine û ji du beşan pêk tê, milê Şerqê û Xerbê heye û tenê Navend çand û hunerê heye. Redwan axaftina xwe wiha dom kir: “Her wiha carna ji ber durbûna rê hind pirsgirêk derdiketin û provên endman lawaz dihatin kirin. Ji bo ku em van pirsgirêkan çareser bikin û rê li pêşya wan bigrin. Wekî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ji destpêka salê projeya avakirina mala çandê li taxan hatibû pêşniyar kirin û hîn berdewam dike .”
Redwan anî ziman ku ev beriya 5 mehan hazirtiyê vê navendê dikein û wiha dewam kir: “Da ku em ji qalibên navenda derkevin û xwe berdein nava civakê de, jiber ku me sozek dabû ku emê çand û huner di nav gel ji rihê gel ava bikin. Ku beriya niha li taxên wekî Hilêliyê, Hîmo, gundê Girbawî; ji xwe li xerbî heye, niha li Qidurbeg û Aşûriyê hate avakirin dê li Qenat Siwîê bê avakirin. Ku di navenda Qwidurbeg de koma zarokan û koma mezinan, her wiha koma dengbêjan jî heye, koma zarokan ji 24 endman pêk tê. Her wiah koma dengêbjan a binavê Pala Mezin ji 6 endman 3 jin û 3 mêr in, Ku bi giştî zêdeyî 60 endmaî hene.”
Redwan bal kişand ser proveyên navendê û wiha got: “Ehmedê Xezalê mamastê mûzîkî yê ku waneyan dide 25 zarokan, her wiha ji ber rewşa dibistsanê em ber çav derbas dikin di heftiyê de sê roj perwerdê didin. Koma erbanê jî heye ji jinên Efrînê pêk tên. Ku di navbera 5 mehandin ev navend bi 5 şahiyan rabûn yek ji jî Mihrîcana zarokan şahiyek di nav gel li paraka Ş. Lewend û li Aşûriyê jî hatin li darxistin.”
Redwan Dêrikî di dawî de anî ziman ku bi vê mala çandê gelek pirsgirêk çareser kirin, her wiha endam zêde bûn û bi rengekî rehet xebatê çand û hunerê didin meşandin. Armanca me jî ewe ku herkes xwedî li çanda xwe derkeve û hemû astengiyan bi tekoşîn û nûbûnê derbas bike.”