Rojnameya Ronahî

Pêşangeha Gerok a Pirtûkan li Hesekê ye

Pêşangeha Gerok a Pirtûkan ku li gelek bajarên herêma Cizîrê hate vekirin û vê carê jî li bajarê Hesekê hate vekirin. Pêşengeh wê sê rojan vekirî bimîne. Di vekirina pêşengehê de endamên rêveberiyên herêma Cizîrê û ya kantona Hesekê jî amade bûn. Di vekirinê de axaftin hatin kirin û girîngiya xwendinê hat ziman.

Pêşangeha  gerok a pirtûkan li bajarê Hesekê hate vekirin.

Pêşangeha  Gerok a pirtûkan ji aliyê Desteya Çand û Hûner a bajarê Hesekê ve hatiye organîzekirin. Pêşengeh wê 3 rojan li herêma Cizîrê dewam bike. Hevserokê Meclisa Rêveber a Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, hevserokên kantona Hesekê Ebdulxenî Oso û Semer Ebdulah beşdarî vekirina pêşengehê bûn.

Di vekirina pêşengehê de Hevseroka Desteya Çand û Hûner a kantona Hesekê Efaf Heskî axivî û destnîşan kir ku bi rêya xwendinê mirov dikarin sûd ji tecrûbeyan werbigirin.

Efaf diyar kir ku divê di her malekê de pirûkxaneyek hebe da ku zarokên wê malê li ser çanda xwendinê mezin bibin û afrîneriya xwe pêş bixînin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Cizîrê diyar kir ku pêşangehên bi vî awayî û pirtûk dikarin dîroka gelên herêmê ku ji aliyê siysetên desthilatdaran ve ku li ser gelan pêk tanîn windabûne jinûve vejînin.

Sarûxan kêfxweşiya xwe bi pêşangehê diyar kir û da zanîn ku mirov dikarin bi rêya pirtûkan nifşên nû li ser berxwedana gelên herêmê ava bikin.

Sarûxan diyar kir ku divê hemû nîviskar û rewşenbîr li dijî komployên ku dixwazin destkeftiyên gelên herêmê, çand û dîroka wan binpêbikin, derbikevin.

Pêşangeha gerok a pirtûkan li gelek bajarên herêma Cizîrê hate vekirin û wê 3 rojan li bajarê Hesekê dewam bike…ANHA