Rojnameya Ronahî

Li Efrînê tasfiyekirina çeteyan destpê kir

Artêşa Tirk a dagirker dest bi tasfiyekirina hin komên xwe yên çete yên li Efrînê kir. Hate ragihandin tîmên taybet ên vê hefteyê ji Tirkiyê sewqî Efrînê hatin kirin, li dijî hin komên çete yên di nava çeteyên Ehrar Şarqiye û Hûrras El Dîn de ne, dest bi operasyonê kirine.

Hate ragihandin, dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina hin komên xwe yên çete yên li Efrînê dest bi operasyonê kiriye û di navbera çeteyan û leşkeran de şer derketiye.

Artêşa Tirk a dagirker dest bi tasfiyekirina hin komên xwe yên çete yên li Efrînê kir. Li gorî agahiyên ku ANF’ê, tîmên taybet ên vê hefteyê ji Tirkiyê sewqî Efrînê hatin kirin, li dijî hin komên çete yên di nava çeteyên Ehrar Şarqiye û Hûrras El Dîn de ne, dest bi operasyonê kirine.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin, komên çete yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine wezîfedarkirin ji ji 17’ê mijdarê bi şev û vir ve rêyên bingehîn ên li Efrînê girtine û dest bi operasyonê kirine.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li taxa Eşrefiyê şer derketiye û di şer de çekên doçka, tank û çekên sivik hatine bikaranîn. Tê gotin, li ser bajêr balafirên keşfê bê navber difirin û tîmên taybet ên Tirk sekvan li ser banê gelek malên li navenda bajêr bi cih kirine.

Çavkaniyan gotin, şer dewam dike û gelê Efrînê reviyane nava gundan. Tê gotin, ketin û derketina navenda bajêr hatiye qedexekirin.