Rojnameya Ronahî

Koalîsyonê û QSD’ê êrîşên Tirkiyê gotûbêj kirin

Şandeyeke Koalîsyona Navnetewî û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundê Til Hebeş ê rojavayê navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê li hev civiyan. Di civînê de rewşa sînor yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de û êrîşên dewleta Tirk hatin nîqaş kirin. Fermandarekî Koalîsyonê diyar kir ku ji bo rê li ber şer bigirin ew ê li ser sînor çavdariyê êrîşên dewleta Tirk bikin.

Şandeya Koalîsyona Navnetewî diyar kir ku sedema hebûna wan li herêmên sînor ew e ku çavdêriya êrîşên dewlet Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyê bikin û rê li pêşiya derketina şer bigirin.

Şandeya Koalîsyona Navnetewî bi fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundê Til Hebeş ê rojavayê navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê civiya. Her du aliyan rewşa dawî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de û êrîşên dewleta Tirk yên li dijî welatiyên Bakurê Sûriyê de gotûbêj kirin.

Di nîqaşan de behsa rêbazên rêgirtin li pêşiya derketina şer hate kirin.

Di dawiya nîqaşan de fermandarekî Hêzên Koalîsyona Navnetewî ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê hê jî li rojhilatê Firatê tune nebûne û pêngava li dijî  çeteyan bi hevkariya QSD’ê hê jî berdewam e û destnîşan kir ku QSD wê aramiya herêmê biparêze.

Fermandarê Koalîsyonê jî da zanîn ku sedema hebûna wan li deverên sînor ew e ku çavdêriya êrîşên Tirkiyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyê bikin û rêbazên çareseriyê bibînin ku rê li pêşiya şer ku gefên li aramiya herêmê bigirin.