Rojnameya Ronahî

Tirkiyê sozên ku dabû bi cih neanî

Bargeha Hemîmîm a Rûsyayê hişyarî da ku Enqerayê nikare sozên xwe li bermberî tinekirina “Radîkalan” li Idlibê ku aramî û ewlehiya wê tevlîhev dikin, pêk bîne. Her wiha li herêma bêçek binpêkirin didome.
Kanala navendî ya bargeha Hemîmîm a leşkerî ya Rûsyayê diyar kir, Enqereyê heta niha sozên xwe li hemaberî tinekirina radîkalan li Idlibê ya Sûriyê pêk neaniye û ev yek bandoriyeke neyînî li parastina ewlehiya herêmê dike.
Di vê çarçoveyê de Navenda Çavdêriyê ya mafên mirovan a Sûriyê diyar kir, şeva Şemî – Yekşemê li derdora El-Sermaniyê ya Sehil El-Xab a gundewarên bakur rojavayî Hemayê topbaran di navbera komên çeteyên Tirkiyê û hêzên rêjîma Sûriyê de pêk hatiye.