Rojnameya Ronahî

Em amade ne bersiva êrîşan bidin

Ebdulezîz El-Cerba êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Bakurê Sûriyê şermezar kir û destnîşan kir ku divê êlên herêmê têkiliyên xwe bi rêveberiya xweser û QSD’ê re xurt bikin.

Şêxê êla El-Şemer a Iraqê Şêx Ebdulezîz El-Cerba piştî êrîşên DAIŞ’ê li dijî Iraqê, hate Sûriyê û niha li Bakurê Sûriyê dimîne.

Şêxê êla El-Şemer Ebdulezîz El-Cerba derbarê rewşa Bakurê Sûriyê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê de axivî û ji bo pêşwazîkirina koçberên Iraqî spasiya Rêveberiya Xweser kir û El Cerba wiha got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevî şênî û êlên herêmê penaberên Iraqê yên ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji welatê xwe neçar man derkevin, pêşwazî kirin.”

Şêx Ebdulezîz destnîşan kir ku projeya rêveberiya xweser projeyeke niştîmanî ye û dikare hemû pirsgirêkên Sûriye û hemû welatên herêmê çareser bike û wiha dewam kir: “Rewşa Iraqê mîna ya Sûriyê ye. Ez bi hêvî me ku hikumeta Iraqê vê tecrubeya tekane wek nimûneya çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê lê xwedî derkeve. Tecrubeya rêveberiya xweser hemû pirsgirêkên Bakurê Sûriyê çareser kirin û dikare bibe çareseriya aloziya Sûriyê. Ji ber wê divê ev proje di nav sînorên Sûriyê de nemîne.”

El-Cerba destnîşan kir ku tecrubeya rêveberiya xweser; ji bo çareseriya aloziyan têkiliyên siyasî û civakî yê di navbera gelan de a herî rast e.

Şêx Ebdulezîz El-Cerba têkildarî têkiliyên di navbera QSD’ê û êlên herêmê de wiha got: “Dema pirsgirêkek derkeve, bi rêya danûstandinê em wê çareser dikin. Ji ber wê divê ev têkilî werin xurtkirin. Divê hemû êl li derdora Rêveberiya xweser kom bibin, ji ber ku mafên wan digire bin mîsogeriyê.”

Ebdulezîz El-Cerba di dirêjahiya gotinên xwe de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û wiha dewam kir: “Ez van êrîşan bi tundî şermezar dikim. Tu hincetên van êrîşan tune ne.”

El-Cerba bi van gotinan bang li serokê rêjîma Tirk Erdogan kir: “Gelo ewlehiya herêmê û hevgirtina civakê li we xweş neht? Ez tenê gotinekê ji te re dibêjim, Bakurê Sûriyê herêmeke ewle ye Erdogan, jê dûr bikeve.”

Di dawiya axaftina xwe de şêxê êla El-Şemer ê Iraqê Ebdulezîz El-Cerba wiha got: “Em îro li ser vê xakê dijîn. Me ji xêr û bereketa wê xwariye. Em amade ne tevî gelên herêmê li hember êrîşan bisekinin.”…ANHA