Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tecrîd wê bi têkoşînê bi dawî bibe

18/11/2018
in ROJEV
A A
Tecrîd wê bi têkoşînê bi dawî bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Siyasetmedarên Kurd li Amedê ji bo piştgiriyê  bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê dest bi greva birçîbûnê kiriye, diyar kirin ku hêviya gelên Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin: “Tecrîd wê bi têkoşînê bi dawî bibe.”

Siyasetmedarên ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku hêviya gelên Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin: “Tecrîd wê bi têkoşînê bi dawî bibe.”

Komîsyona Rêxistinbûyînê ya Navendî ya HDP’ê, ji bo piştgiriyê bide Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe dest bi greva birçîbûnê kiriye,  li 5 bajaran ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Siyasetmedarên tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn, ji bo dawîlêanîna tecrîdkirina Rêber Ocalan bang kirin.

‘GELÊ KURD TÊ TECRÎDKIRIN’

Hevserokê DBP ya Rezanê Mehmet Alî Alkan, diyar kir ku 3 sal in hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çênabin û bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan gelê kurd bi tevahî tê tecrîdkirin.”

Alkan got: “Gelê kurd bi Birêz Ocalan bêhnê distîne û dijî. Ji roja hatiye girtin heta niha tê tecrdîkirin û di 3 salên dawî de jî di nav tecrîdê de tê tecrîdkirin. Wexta rêberê gelekî bê tecrîdkirin ew gelê bê tî û birçî ye. Ev tenê bi gelê kurd ne sînrodarkirî ye. Ger tecrîdkirina Ocalan dewam nekirina, wê îro li Rojhilata Navîn ev şer tune bûna. Birêz Ocalan hêviya gelan e. Gel dixwaze demildest dawî li vê tecrîdê bê.”

Alkan, anî ziman ku wê tecrîd bi têkoşîna hevpar a gelê kurd bi dawî bibe û ev yek jî bi yekîtiya netewî pêkan e.

RÊBERÊ ROJHILATA NAVÎN E

Hatûn Aslan ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bû, bal kişand bêhiqûqîtiya li Ocalan tê kirin û got: “Birêz Ocalan tenê ne rêberê gelê kurd, rêberê gelên Rojhilata Navîn e jî.” Aslan, anî ziman ku ew destekê didin çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê û got: “Êdî em ê qebûl nekin. Bi vê tecrîdê gelê kurd jî tê tecrîdkirin û her diçe kûrtir dibe.”

EM DEYNDARÊ OCALAN IN

Hevserokê HDP’a Navçeya Rezanê Necmeddîn Bûrakmak, destnîşan kir ku ew deyndarê Birêz Ocalan in. Bûrakmak, diyar kir ku gelê kurd tecrîdkirina Ocalan qebûl nake û got: “Gelê me gelek caran daxuyand ku Birêz Ocalan vîna wî ya siyasî ye. Birêz Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye. Bi fikrên xwe û paradîgmaya xwe mohra xwe li Kurdistan û Rojhilata Navîn xist. Divê îro em bi dengekî hîn bilinditr li dijî tecrîdê derkevin. Em ê tim û tim xwedî li Birêz Ocalan derkevin. Nêzîkatiye li Birêz Ocalan  nêzîkatiye li gelê kurd e.”

Bûrakmak bang li gelê kurd û gelên Tirkiyê kir û got: “Wê tecrîd bi têkoşînê bi dawî bibe. Heta dawî li vê tecrîdê neyê, wê gel bi ruhê 2012’an xwedî li Rêberê xwe derkeve. Em amade ne. Ev dewlet gelek caran berxwedan û têkoşîan gelê kurd pîva ye. Girêdana gelê kurd a ji bo Birêz Ocalan ji her wextê bêtir û zêdetir e. Em ê her li pêyî vê daxwaza xwe bin.”…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.