Rojnameya Ronahî

Em ê piştgiriyê bidin QSD`ê

Bi dehan rûspiyên eşîrên  Qamişlo tev li hevdîtina ku di 17’ê mehê de li Qamişlo hate lidarxistin, bûn. Rûspiyê êla Şerabiyan ê bi navê Sbit El-Cewher û Rûspiyê êla El-Hebîb Îsam El-Hebîb nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa Tirk yên li ser Bakurê Sûriyê dan û diyar kirin ku ew ê li hember êrîşan piştgiriya QSD’ê bikin.

Rûspiyên êlan ên kantona Qamişlo diyar kirin ku ew ê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakurê Sûriyê bê deng nemînin û dan zanîn ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin QSD`ê.

Bi dehan rûspiyên êlên kantona Qamişlo tev li hevdîtina ku di 17’ê mehê de li Qamişlo hate lidarxistin, bûn. Hevdîtin bi pêşengiya Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate lidarxistin. Rûspiyên ku tev li hevdîtinê bûbûn, derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê de axivîn.

Rûspiyê êla Şerabiyan ê bi navê Sbit El-Cewher destnîşan kir ku hemû rûspiyên herêmê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê yekitiya xwe ava kirine. El-Cewher diyar kir ku dema ku çeteyên DAIŞ`ê li hember hêza şervanên QSD`ê ber bi tunebûnê ve diçin, artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê kir, armanca Erdogan ew e ku bi êrîşên li ser herêmê aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

El-Cewher destnîşan kir ku ew tu carî li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê deng namînin. Di dawiyê de Sabit El-Cewher diyar kir ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin şervanên QSD`ê ku ji bo bidawîkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên wan hatine avakirin û da zanîn divê hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derkevin.

Rûspiyê êla El-Hebîb Îsam El-Hebîb jî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryaniyan de derxin.

El-Hebîb diyar kir ku divê hemû li dijî hemû êrîşan yekitiya xwe ava bikin û destnîşan kir ku dê destekê bidin şervanên ku di çeperên şer de parastina ax û rûmetê dikin û divê hemû êlên herêmê ji bo parastina Sûriyê zarokên xwe tev li refên QSD`ê bikin…ANHA