Rojnameya Ronahî

Tevî her tiştî dev ji xwendinê bernadin

14 hezar  xwendekarên Efrîn û Şehbayê xwendina xwe di mal û dibistanên ku hatibûn rûxandin de û bi awayekî demkî hatine sererastkirin, berdewam dikin.

Li Efrînê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) di nîvê sala xwendinê ya 2017 – 2018’an de ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê, neçar ma ku hemû dibistanan bigire da ku xwendekaran biparêze. Piştî ku şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, komîteyê 20’ê Çileyê careke din dest bi xwendinê kir û 1`ê Tebaxê bi dawî kir.

KPC-D`ê piştî ku amadekariyên sala xwendinê ya 2018-2019`an bi dawî kirin, 15`ê Îlonê li herêma Şehbayê deriyên 81 dibistansan bi her sê astên xwe (seretayî, navîn û amedayî) li xwendekarên Efrîn û Şehbayê vekirin.

Niha 64 dibistanên asta seretayî hene û 11 hezar û 728 xwendekar tê de dixwînin. 10 dibistanên asta navîn hene û 14 hezar û 17 xwendekar xwendina xwe di wan de dewam dikin. Her wiha 465 xwendekarên asta amadeyî di 7 dibistanan de dixwînin.

14 hezar û 15 xwendekar di her sê astên xwendinê de, di kampên Şehbayê (Efrîn, Berxwedan û Serdem) de dixwînin. KPC-D`ê ji bo perwerdekirina wan 977 mamoste ji bo hemû dibistanan amade kirine.

PERWERDEYA PIRZIMANÎ

Di dibistanan de xwendekar perwerdeyê li ser dersên bîrkarî, zanist, dîrok, erdnîgarî, fîziya, kîmya, çand û exlaq û muzîkê dibînin. Her wiha zanista civakî, jineolojî di asta amedayî de têne dayîn. Xwendekar zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Fransî fêr dibin.

Pirtûk û pêwîstiyên perwerdeyê li 11 hezar û 728 xwendekarên asta navîn hatin belavkirin û heta niha belavkirina pêwîstiyên perwerdeyê li xwendekarên asta navîn û amadehî didome.

Her wiha komîteyê 50 isfinc, 200 refên rûniştinê, 375 hesîr û 200 betanî ji Kampa Berxwedan re peyde kirine.

MAL KIRIN DIBISTAN

Di encama şerên ku li herêmê rû dane de, dibistanên herêma Şehbayê wêran bûne. Ji ber wê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk neçar ma hinek malan li şûna dibistanan diyar bike.

Komîteya xwendekaran li dibistanên navîn û amadehî li gorî pergala îdarî ku ji endamek rêveber û 2 endamên rêveber ên jin pêk tê, di her refekê de tê organîzekirin û çavdêriya xwendekar û fêrgehê dikin.

Têkildarî mijarê xwendekara bi navê Heyfa Haşim diyar kir dagirkeriya Tirk ji bo ku wan ji dibistanê qut bike hewl da dibistanên wan wêran bike û wiha got: “A herî girîng em fêr bibin. Cih ne girîng e. Eger di bin darekê de be jî em ê perwerdeya xwe bibînin. Em materyalên xwe li gorî rêgeza xwendina bi zimanê dayikê dibînin. Ji ber wê dagirkeriya Tirk nikare me qir bike.”

Şagirta bi navê Fayza El-Salim a 10 salî diyar kir ku di encama şer de ew ji Helebê koçberî Efrînê bûn û piştre Şehbayê. Ji ber wê heta niha di refa 2’yan de maye û wiha got: “Em waneyên zimanê Kurdî dibînin. Em niha fêrî tîp û peyvan dibin, her wiha em waneyên bîrkariyê jî dibînin. Em baş fêr dibin û mamosteyên me alîkariya me dikin û xwendinê ji me re hêsan dikin.”

Girêdayî heman mijarê Endama Rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şêrîn Silêman diyar kir armanca wan vegerandina xwendekaran ji xwendinê re ye da ku wan ji windabûnê û bandora şer dûr bixin…ANHA