Nivîskar Mumtaz Heyderî diyar ku Amerîka siyasetek durû bi rêvedibe û da zanîn komploya di kesayeta Ocalan de li hemberî PKK’ê û gelê Kurd pêk hat ne gihişt armanca xwe. Heyderî da zanîn ku PKK li dijî hemû komployan her çû mezintir bû.
Nivîskar Heyderî diyar ku Amerîka her roj siyasetek cûda û durû bi rêvedibe û da zanîn komploya di kesayeta Ocalan de li hemberî PKK’ê û gelê Kurd hatî pêkanîn ne gihişt armanca xwe û got, “Berevajiyê vê PKK hê mezintir bû.
Bertekên li dijî biryara Amerîka a li dijî sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de nivîskar Mumtaz Heyderî axivî û diyarkir ku Amerîka siyaseta durê ya beriya niha 50 salan bi rêve dibe.
Mumta Heyderî wiha dewamkir:: “Amerîka heya niha ji nekariye li gel dewletên dagirkerê Kurdistanê, weke Tirkiye, İran, Iraq û Suriye siyasetek hevbeş bike û her roj siyasetek cûda dike. Ji ber wê krîzek kêr di siyasetê de heye. Kurd jî beşek ji vê siyaseta krîzê ye û stratejiyek ya wan nîne. PKK’ê komployên navnetewî vala derxistiye. Wek mînak komploya navnetewî bi armanca tinekirina PKK’ê û gelê Kurd li hemberî Ocalan pêkhat, lê vala hat derxistin. Lê PKK’ê hê zêdetir mezin bûye.”…ROJNEWS