Rojnameya Ronahî

Biryara DYE’yê piştgiriya ji bo dagirkerên Kurdistanê ye

Nûnertiya PADÊ’ê li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê biryara Amerîka ya li dijî 3 pêşengên Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku ev biryar  piştgiriyeke ji bo dagirkerên Kurdistanê ye. Nûnertiya PADÊ diyar kir ku PKK  40 sale, ji bo azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe. Bi hezaran şehîd daye.”

Nûnertiya PADÊ’ê li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê biryara Amerîka ya li dijî 3 pêşengên Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku ev biryar  piştgiriyeke ji bo dagirkerên Kurdistanê ye.

Bertekên li dijî biryara Amerîkayê ya ji bo girtin û tespîtkirina cihê 3 pêşengên Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê her diçe zêde dibin. Nûnertiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li Silêmanî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev biryar şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Nûnerê PADÊ yê Silêmaniyê Cemal Qasim ve hat xwendin. Qasim diyar kir ku ev biryara Amerîka berdewamiya komploya navnetewî ya li dijî Rêber  Abdullah Ocalane û wiha dewam kir: “Ev biryar berdewamiya komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo’ye û ji bo piştgirî dayîna dagirkerên Kurdistanê ye. Yên pêşengiya dagirkirina Kurdistanê dikin jî DAIŞ û Erdogan e.”

Qasim wiha got: “Armanca vê biryarê  tasfiyekirina gelê Kurd û têkoşîna azadixwaz ya Rojhilata Navîne . PKK ev 40 sale, ji bo azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe. Şervan û gerîla li Başûr, Rojava û Şengalê gel ji çeteyên DAIŞ’ê parastin û di vê oxirê de canê xwe fedakirin.”

Qasim di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Li şuna ku van qehreman xelat bikin, biryarên derveyî ne exlaqî û dijî mirovahiyê digirin. Li dewsa ku dewletên dagirker ceza bikin, biryar derbarê yên komkujî pêk tînin de nagirin.