Rojnameya Ronahî

Fermandarê QSD’ê: Mafê me yê xwe parastinê heye

Ji Fermandarên QSD’ê Heqî Sebhawî di konê sersaxiyê yê şervanê YPG’ê Ehmed Hacirî (Lezgîn Qamişlo) yê li taxa Qudûrbeg a Qamişlo de axivî û diyar kir ku mafê wan heye li hember êrîşan xwe û gel biparêzin. Fermandar Sebhawî da zanîn ku heta niha hemû hewldanên êrîşên li dijî herêmên wan hatine pûç kirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo bi armanca ku sersaxiyê ji malbata şervanê YPG’ê şehîd Ehmed Hacirî (Lezgîn Qamişlo) re bixwazin, serdana konê sersaxiyê yê li taxa Qudurbeg a bajarê Qamişlo kirin.

Di merasîma sersaxiyê de nûnerên saziyên civaka sivîl, şervanên YPG û YPJ’ê, endamên saziyên xizmetguzarî, ewlehî û civakî amade bûn.

Fermandar Heqî Sebhawî di merasîma sersaxiya malbata şehîd Lezgîn Qamişlo de axivî û destnîşan kir ku ew şer naxwazin lê aliyên ku êrîşî wan bikin, mafê wan ê xweparastinê heye. Her wiha diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi hemû derfetên xwe hewl dide dest biavêje pîrozî û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Heqî Sebhawî soza şopandina rêya şehîdan nû kir û wiha got: “Dewletên dagirker bi armanca têkşikandina îradeya gel êrîşî gelên herêmê dikin. Baweriya me bi gelê me zêde ye û ji ber vê yekê heta niha hemû hewldanên dijmin hatine têkşikandin.”