Rojnameya Ronahî

Tirkiye ji projeya pirrengî ditirse

Idrîs HENAN

Serokê Encumena Niştimanî ya Suryanî ya Sûrî Bessam Îshaq ji Amerîkayê derbarê êrişên dewleta Tirk ser Herêmên Bakurê Sûriyê de ji rojnameya me re got: Zewaca ideolojîk a di navbera îslamîst û neteweperstên Tirkiyê de ji tecrubeya gelên Bakurê Sûriyê ya pirrengî ditirse. Eger serpêhateya Bakurê Sûriyê bi ser keve, wê dor bê Tirkiyê. Ji ber vê metirsiyê dewleta Tirk bi hincetên derew li firsendan digere êrişî herêmên di bin kontrola QSD de bike.

ERKA ME VEGOTINA RASTIYA RÊVEBERIYA XWESER E

Îshaq derbarê helwesta Amerîka ya lawaz li hemberî êrişan ev tişt anî ziman: Amerîka metirsî û çilekiyên Tirkiyê yên li Sûriyê baş dizane. Her wiha dizane ku baştirîn rêbaza lihevkirina bi Tirkiyê re diyaloga rasterast a taybet dûrî alavên ragihandinê ye. Ev jî mane dide vê helwesta lawaz a Amerîka. Îshaq dewam kir: Hinek aliyên rêveberiya Amerîka û beşek ji civakê derbarê projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk de tiştekî nizanin. An jî derbarê rêveberiyê de nerînên çewt gihanê. Ji ber van sedaman em hewl didin li hemberî hemleyên reşkirina Rêveberiya Xweser rastiya vê projeyê bi wan bidin fêmkirin. Ev jî ji bo me erkekî esas e.

BERJEWENDIYÊN AMERÎKA GIRÊDAYÎ ENCAMAN E

Ishaq pêşbîniya xwe ya derbarê pêşketina têkîliyên navbera herdu rêveberiyên Amerîka û ya Xweser de got: Di van kêliyên hestiyar ên aloziya Sûriyê de, em hewceya pêşketinên vê têkîliyê girîng dibînin.  Serokê Encumena Niştimanî ya Suryanî ya Sûrî bal kişand ser stratejiya Amerîka li herêm û Sûriyê û got: Berjewendiyên Amerîka li herêmê girêdayî encamên aloziya Sûriyê ne. Ji ber vê yekê ti demeke diyar ji vekişîna Amerîka ji Sûriyê nîne.

DIXWAZIN YEK NASNAMEYÊ FERZ BIKIN

Derbarê palnên hêzan ên li ser pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku bi helwesta rejîma Baas re bûne yek Îshaq got: Hemû planên Tirkiyê, Îran, rejîm, rikberiya çekdar û rikberiya olî ya ideolojîk hewl didin yek nasnameyê li ser gelên Sûriyê ferz bikin. Li dijî pirrengî û jiyana heveş in. Pirsgirêka navbera wan de tenê kî wê desthilat be. Lê hemû jî li ser desthilatdariya destpot li hev dikin.

Îshaq ji bo parastina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelê Suryanî jî di nav de ye ev tişt li gotinên xwe zêde kir: Em bi riya eniyên diplomatîk û ragihandinê hewl didin rastiya projeya xwe ya pirrengî ji civaka navneteweyî re ronî bikin.

SÛRIYÊ YA HEMÛ GELÊN WÊ YE

Serokê Encumena Niştimanî ya Suryanî ya Sûrî li Amerîka Bessam Îshaq di dawiyê de li ser hewldanên çareseriya aloziya Sûriyê û nivîsandina destûrek nû ji Sûriyê re got: Tirkiyê, Îran, Rejîm û hinek alîgirên wan ji tîma NY ya pêbendê dosyaya destûra sûrî, hewl didin nerîna me ya pirrengî ji maseya diyalogê dûr bixin. Her aliyek Sûriyê ji xwe û ecîndeyên re dixwaze. Em jî Sûriyê ji hemû gelên Sûriyê re dixwazin. Lê tevî vê jî, em radest nabin û emê di hewldana xwe ya vegotina nerîna me derbarê Sûriyeya pêşroj de berdewam bikin.