Rojnameya Ronahî

Biryara Amerîkayê piştgiriyê dide polîtîkayên tunekirinê

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm got helwesta Amerîkayê ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, hêzê dide polîtîkaya înkarkirinê ya Tirkiyê û dihêle ku mafên gelan binpê bike. Bersûm diyar kir ku divê Amerîka li rex gelan bisekine û piştgiriya mafên wan yê azadiyê bike.
Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakurê Sûriyê û biryara DYE’yê ya derbarê sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji ANHA’yê re axivî.
Bersûm diyar kir ku Amarîka dewletek mezin e, divê her tim piştgiriya daxwaza azadiyê ya gelan bike û hewl bide ewlehî û aramiyê li cîhanê pêş bîne. Bersûm destnîşan kir ku divê Amerîka piştgiriya tekoşîna azadiya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bike.
Bersûm diyar kir ku biryara DYA’yê nakokî û aloziya li Tirkiyê kûrtir dike û polîtîkaya dewleta Tirk a înkarkirina mafên gelan û bi taybet gelê Kurd xurttir dike û wiha dewam kir: “Pergala Tirkiyê ya bi serkêşiya Erdogan, pergaleke zordest e. Hewl dide hemû nasnameyên gel û pêkhateyên Tirkiyê ji Kurd, Aşûr, Suryan û Ermen tune bike.”
Bersûm wiha dewam kir: “Divê Amerîka li şûna helwestên bi vî rengî, ji bo bicihanîna azadiyê û mafên gelan li Tirkiyê bixebite.”
Girêdayî êrîşên dawî yên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Bersûm diyar kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya van êrîşan aloziya xwe ya hundirîn derbasî derve bike û wiha dewam kir: “Kurd li Bakurê Sûriyê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Di dirêjahiya salên ku herêm di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSD’ê de tu êrîş ji aliyê wan ve li dijî xaka Tirkiyê pêk nehatine.”
Bersûm destnîşan kir ku Amerîka û hejmarek ji dewletên cîhanê di Komploya Navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de cih girtine. Ev dewlet ji bo berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re polîtîkayên xwe yên li dijî Tevgera Azadiya Kurd didomînin.
Bersûm wiha dewamkir, “Divê Amerîka li rex gelan bisekine, ne bi pergalên zordest ên Rojhilata Navîn re be. Bi r piştgiriya gelan dikare ewlehî û aramî li tevahiya Rojhilata Navîn pêk were. Şer û tevliheviya li herêmê, hawîrdorek ji bo avabûna rêxistinên terorê çêdike. Pergala Tirkiyê piştgiriya herî mezin ya rêxistinên terorê ku metirsiyê li ser dewletên Rojavayî û Amerîkayê dikin, dike. Ji ber wê Rojhilata Navîn bi hewcedariya çareseriyên siyasî ye. Ev çareserî wê bi xwe re bicihanîna daxwazên gelan, pêkanîna aştiyê û tinekirin terorê mîsoger bike.”
Di dawiyê de Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm bang li dewletên koalîsyonê kir ku bi berpirsyariya xwe ya li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabin û hevkariya xwe di tinekirina terorê xurt bikin û piştgiriya daxwazên gelên Bakurê Sûriyê bike…ANHA