Rojnameya Ronahî

Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî tê lidarxistin

Komîna Fîlman a Rojava amadekiriya lidarxistina Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî dike.
Her sal li Rojava mîhrîcana fîlman bi beşdarbûna gelek fîlman tê lidarxistin. Îsal jî li Kobanê amadekariyên lidarxistina mîhrîcanê tê kirin û navê xwe jî Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî ye. Ji bo mîhrîcanê fîlm ji her dera dinyayê hatine û ji nav 600 fîlman derdora 80 fîlm hatine hilbijartin.
Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê roja bîranîna salvegera 58`emîn a Komkujiya Şewata Sînema Amûdê ango 13`ê Mijdarê tê lidarxistin û wê 7 rojan berdewam dike.
Tê payîn ku di serî de ji Ewropa, ji gelek deverên cîhanê mêvan werin. Mîhrîcan piştre wê li bajarên Qamişlo, Serêkaniyê, Amûdê û Eyn Îsa were birêxistinkirin.
Rêvebera Komîna Fîlman a Rojava ya şaxê Kobanê Zîlan Hemo got: “Sînemaya Amûdê di mêjiyê gelê me de wek qetlîamekê hatiye naskirin, em dixwazin wan zarokên şehîd bûne bi bîr bînin.”
Her wiha di mîhrîcanê de wê pêşengeheke wêneyan were pêşandan…ANHA