Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Belgekirin

10/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Meslehet
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan CAN

Belge an arşîv ji bo her karekî girîng e. Di serî de belgekirina dîrok û wêje heya ber bi arşîvkirina buyerên rojane ku mirov tê re derbas dibe yên nav lê tê kirin (bîranîn) lê di navber wan hersê gotinan( belgekirin, arşîv û her wiha bîranîn) de heya astekê şibandin heye û her wiha hinek ferq û cûdatî jî heye.
Dibe ku her tiştê ji van bibe delîlekî ku dema bê xwestin bandora xwe li ser dozekî, an jî çareserkirina pirsgirêkekî bike. lewra ev mijarekî girîng e. dibe ku kaxizek mûhirkirî jî têra xwe bibe delîl û di derbarê mijara ku tê lêkolînkirin bibe amûrê herî xort ya serkeftina dozê.
Bi hezarên salan li ser serê kurdan keraset, êrîş û komkujî pêk tên; lê bi qasî ku bi devokî ji kal û dapîran hatine bihîstin tu carî bi delîlên zindî ne hatine pêşkêş kirin. Ango, kesî tu carî ne fikirî ye ku belge bike, hebe jî gelek kême û veşartî ye. ger belge bike jî ne li gorî şert û mercên an jî qûralên wê yên heyî ye. Ya din jî, ger buyerek hatibe belgekirin aliyên peywendîdar nikarin sûdê jê bigirin û bikaribin bixin rojeva cîhanê. Mînaka Efrînê ber çavê her kesî ye. her çiqasî xebatên belgekirrinê hatin kirin; lê heya niha em dikarin bêjin ne ketiye rojeva saziyên peywendîdar yên bikaribin van meseleyan çareserbikin û zextê bikin.
Ji bo ku buyerek bê belgekirin şert û mercin hene divê bên peyda kirin, bêyî wan pirsgirêk nikare di rojeva cihên peywendîdar de bê derbaskirin. Ango hin faktor divên ew jî evin: komkirina belgeyan bi dateyên herî zirav, her wiha tekezkirina agahiyan, û ya herî girîng e, ev belge biçin ber destê kê û çawa bikaribe bandorek xwe bike. ya herî girîng jî belgeyên zindî hebin, divê ne her tişt devokî. Mîna wêjeya kurdî, her çiqasî bi riya devokên bav û kalan hatibin gotin; lê di warê nivîsê de ji bo ku bibe mala dîrokê gelek lawazî hene.
Pirsgirêka kurdan hertim ew e ku nikarin xwe derbirînin. Derbirandin li ba kurdan gelek qels e lewma li cîhanê nikarin xwe baş bidin nasîn û derdên xwe vebêjin. Nexasim di demên şer de, ku bi hezarên sivîl di nav komkujiyan re derbas dibin.
Pêwîste ji bo vê mijarê, aliyên peywendîdar komîte an jî ekîpekî pispor taybet bi belgekirina van mijaran ava bikin ku bikaribe bibe bingeha amedekirina dosyayên berfireh di derbarê binpêkirinên mafê mirovan li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, taybet binpêkirinên ku rojane ji aliyê dewleta tirk ve pêk tên, ku ya herî zêde divê xebat li ser bê kirin ew e û bibe aramanca serke ya rêvberiyê ku bikaribe ji bo delweta tirk sînorekî daynin û di dadgehên navnetewî de li ser sûcên şer yên i Efrînê kirine bê darizanin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.