Rojnameya Ronahî

Divê DYA ji biryara xwe vegere

Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê ji DYA`yê xwest ku ji biryara xwe ya derbarê her sê şoreşgerên Kurd û rêveberên PKK`ê de vegere û ji ber sûcên li dijî gelê Kurd hesabê ji dewleta Tirk bixwaze.

Têkildarî biryara Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya derbarê 3 rêveberên PKK`ê Murad Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan de Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Partiya Kesk ragihand ku DYA li şûna daxwaza agahiyan derbarê rêveberên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, divê ji Tirkiyê bixwaze ku careke din vegere ser maseyê û bi PKK`ê re bide û bistîne.

Partiyê di berdewama daxuyaniya xwe de ji DYA`yê xwest ji biryara xwe vegere û ji dewleta Tirk derbarê sûcên li dijî gelê Kurd de kiriye, hesab bixwaze.

Partiya Kesk di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Heta ku hin dewlet parçeyên Kurdistanê dagir bikin û nehêlin gelê Kurd li welatekî demokratîk û azad bijî hebin, biryarên bi vî rengî nakevin xizmeta ewlehî û îstiqrara li Rojhilata Navîn.”