Rojnameya Ronahî

Bila DYE dev ji helwesta dij Kurd berde

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî biryara Amerîkayê ya derbarê 3 damezirînerên PKK’ê de şermezar kir.

Koordînasyona Kongreya Star derbarê biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya têkildarî 3 şoreşgerên Kurd û damezirînerên PKK`ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de biryar hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Berî her tiştî dost û dijmin jî dizanin ku dewleta Tirk xwediyê DAIŞ, El-Qaîde û bi giştî terorê ye. Gelê Kurd û derdorên aştîxwaz û demokrat ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîş û komkujiyan tên. Dijminahiya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd, gelên aştîxwaz û demokratîk tê zanîn. Ev di dagirkirin û kiryarên faşîstan ên li Efrînê de jî îspat bû.”

Di daxuyaniyê behsa girîngiya rola her sê pêşengên tevgera azadiyê ji bo hebûna gelê Kurd hate kirin û wiha hat gotin: “Tevgera azadiya gelê Kurd ku bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê dikoşe, kedeke binirx ji bo azadiya mirovahiyê da û tu caran gelê Kurd wan bi tenê nahêle. Birêz Murad Karayilan, birêz Cemîl Bayik û birêz Duran Kalkan pêşengên gelê Kurd in. Tevgera azadiya gelê Kurd di berxwedan û rizgariya Kobanê û Şengalê de roleke gelekî girîng û dîrokî lîst. Bi hezaran mirov û bi taybet jî jin ji destê terora DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi hezaran jin îro di nav wê tevgerê de ji bo mafê azadiya jinan tê dikoşin û li ber xwe didin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Amerîkayê hate kirin ku tavilê dev ji helwesta xwe ya li dijî gelê Kurd û nirxên wî berde û vê biryara xwe careke din di ber çavan re derbas bike.